Nivîsar

Pertûka Binyatnerên Îroya Kurdistanê derket

Pertûka nivîskar û rojnamevanê Kurd Sefer Yusif Mîrxan Jajokî ya bi navê Binyatnerên Îroya Kurdistanê li Hewlêra paytexta Kurdistanê ket ber destê xwendevanan.

 Pertûka Binyatnerên Îroya Kurdistanê ji çendîn hevpeyvîn û bîranîn û jiyana Pêşmergeyên Qehremanên Kurdistanê pêkhatiye. Her wiha nivîskarê pertûkê Jajokî hewl daye çîroka çendîn Fermande û xebata serkirde û şehîdên Kurdistanê eşkere bike ku ev serhatiyên Pêşmergeyên Kurdistanê dîroka nêzîka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ronahî bike. 

 Li vê pertûkê de bîranîn û serhatiyên di derbarê Şoreşên Barzan, Komara Kurdistan li Mehabad, Şoreşa Eylula Mezin û Şoreşa Gulana Pêşketinxwaz li ser zimanê wan Pêşmergeyên Qehreman ku şahid û beşdarê wan şoreşan bûn bi awayeke zelal hatiye diyar kirin. Helbet gelek kesan di derbarê van şoreşan de hinek zanyariyên bi bihîstî heye, lê belê ji kesê bi awayeke rû bi rû beşdarî van şoreşan kirîne bihîstîn tişteke gelek cûdaye.  

 Helbet ev pertûk ji bo xwendevanên hezkirên dîroka rizgarîxwaza Kurd û Kurdistanê pertûkeke bêhempaye û em vê pertûkê pêşniyarê hemû xort û lawên Kurdistanê dikin ku bixwînin da ku ew jî jiyan û serhatî û xebata binyatnerên îroya Kurdistanê bi awayeke berfirehtir bizanin. 

 Her wiha pertûk bi zaravayê Soranî (Pîtên Erebî) hatiye nivîsandin û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye çapkirin. Lê di demeke nêzîk de ev pertûk bi zaravayê Kurmancî (Pîtên Latînî) li Bakûrê Kurdistanê jî bête çapkirin. 

 Hêjayî gotinêye ku nivîskarê pertûkê Sefer Yusif Mîrxan Jajokî kurê şehîdeke vê karwana binyatnerên Kurdistanê ye û li rojnameya Xebat de bi awayeke çalak wekî peyamnêrê karûbarê Kurdistanê kar dike. Nivîskar Jajokî derçûyê Peymangeha Teknîkiya Hewlêr Beşa Ragihandinê ye û her wiha niha jî xwendekarê Beşa Yasa ya Zanîngeha Dîcle ye.

 

Back to top button