Polîtîk

Turk: Em naçin parlementoyê

parlementerên BDP-ê yên nû hatîn hilbijartin li Batmanê girtina hinek endamên BDP-ê protesto kirin. Ahmet Turk axavtinek kir û di axavtina xwe de got ku, me serkeftinek mezin destxistiye. 6 hevalên me yên di zindanan de wek parlementer hatine hilbijartin. Eger ew neyên berdan û li gel me neyên parlementoyê, em jî naçin parlementoyê.

Turk da xuyakirin ku ji aliyekî Erdogan dibêje em rûpelek nû vekin ji aliyê din hevalên me têne girtin. Em vê yekê ne gavek dirust dibînin.
Dawiya axavtina xwe de Turk got eger hevalên mê neyên berdan em parlementoya nû nas nakin.

Back to top button