Polîtîk

Şîrîn Fuad: Barzanî li derve wekî Serokê hemû Kurdan tê naskirin

Doktore Şîrîn Fuad Mehsûm, ku keça Fuad Mehsum Serok Komarê berê yê Iraqê ye(Endameke berê yê serkirdayetiya YNK)bû û şarezaye li peywendiyên di navbera Amerîka û Kurdistan û çalakvaneke ji bo bi dewletbûna Kurdistanê behsa peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraq û yekrêziya navxweyî û pêwîstiya lêvegereke ji bo Kurdan dike.

Şîrîn Fuad Mehsûm ragihandiye peywendiya Iraq û Kurdistanê wekî xwe dimînê, hevraz û nişêvên din dibîne û hetta eger Serok Wezîr bi xwe Kurd jî bê divê çaverêya gîr û giriftan bîn. Çawayiya wan peywendiyan tenê bi kesayetiya Serok Wezîrê Iraqê nayê diyar kirin, belkû gelek fakterên din hene ku wan peywendiyan destnîşan dikin. Wekî lêvegerê olî û partiyan û welatên derve. Wekî minak li lutkeya hevpeymaniya Kurdistan û Iraqê hîç ji kêşeyên di navbera wan de heyîn nehatin çareser kirin. Wekî maddeya 140 ya destûrê û yasaya neft û xazê.

Şîrîn Fuad Mehsûm got: Cûdahî di navbera Bexda û Hewlêrê de gelekin. Eve jî zêdetir peywendî bi eqlîyeta hevdû qebûlkirin û şoveniyetê ve ‌heye. Beşek kes li Bexda hene çavê wan li ser serkeftina Kurdistanê û îdareyên serbixweyî ye. Eşkereye welatên cîran bandoreke zêde li ser Iraqê heye (eger Iraq birêve nebin) ew jî bi tu awayekê wê serkeftina Kurdistanê qebul nakin û tirsa wan li ser bandora wê azadî û pêşketina Herêmê li ser Kurdên welatên wan heye.

Her wiha dibêje: Bi raya min eger Serok Wezîrê Iraqê baş bê li gel Kurd, bi nêrîna min çend kesek wê yekê tenê ji bo xwestin û aramkirina cûdahiyan dibê. Bêyî wê yekê ku kêşeyên helawestî çareser bikin. Peywendiya me li gel Serok Wezîr, peywiste bi wan aliyên ku palpiştiya wî dikin. Wekî mîna Heyder Ebadî ji bo razîkirina Heşdî Şe’bî û hinek ji Şîeyên tundrew çendîn karên nerewa û xerap û dûrî li destûrê encam da. Kurd baş dizanê ew birayên Erebên li çiya cilê Kurdî li ber dikirin, niha heman kes nînin ku li Bexda desthilatdarin.

Berdewamiyê de Şîrîn Fuad Mehsum dibêje: Divê em wê rastiyê qebûl bikîn dûrî propaganda û meseleyên şexsî, ku cenabê Serok Mesûd Barzanî tenha rêberê Kurde niha li meydanê da, li derve wekî Serokê hemû Kurdan tê naskirin. Lê belê ewên din wekî Serokê partiyan têne dîtin. Me ji bo meseleya Kurd û serbixweyî ya Kurdistanê pêwîstî bi lêveger û merceiyet û rêber heye. Partiyên din wekî hemû partiyên Iraqiyan ji aliyê welatên din ve wekî partiyek têne temaşa kirin. Rastiyê de bi vî awayî karkirina niha û berê jî, her ewqas li ber destê me dikevê ku me heye. Hebûna rêberek ku hemû Kurd li pişta wî bê li gel lobiyeke bi bandor û bihêz li derve gelek zerûre ji bo gihîştina bi armancan, yan beşek ji Iraqa Federala Demokrat mafê Kurd têda parastî bê, yan karkirina ji bo serxwebûnê.

Şîrîn Fuad Mehsûm got: Ew destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî û Mekteba Siyasî ya PDK, gelek cihê destxweşî ye û hêvdarîn hemû partî bi ruhiyeteke Kurdayetiyê ve bên û karkirina ji bo hevdengî û piştevanîkirina li mafê Kurd li hûndir û derveyê Iraqê, her wekî çawa di dema zêrîna cenabê Serok Mam Celal ku Serok Komarê Iraqê bû, her wiha cenabê Serok Barzanî Serokê Kurdistanê bû, pêgeha Kurd li Bexda gelek bihêz bû û zêdetirê aliyên din hesudiyê bi yekdengiya Kurd dibirin.

Back to top button