Nivîsar

Bûyera Elçî û Kirmizitoprak: Belge bingehê rastiyê ne

Di van rojên dawî de, meseleya Dr. Şivan û Seîd Elçî dîsa ketîye rojevê. Bi vê munasebetê ez çend belgeyan bê şîrove par ve dikim,

Weke agahdarî jî ez dizwazim bibêjim ku bi qasî haya min jê heye xebatek hevalê Zinar Soran ya di vî warî de wê di nêzîk de derkeve, Hêvîdarim ku ev xebat bikaribe hinek kuncikên tarî yên vê dîroka me ya nêzîk û trajedik rohnî bike. Ez bi xwe jî bi meraq li benda vê xebatê me!

Partiya Seit Kirmizitoprak(Dr.Şivan) sala 1971ê li kampa Qumrîyê ji bo hevalên xwe seminerekî li dartêxin. Babetê seminerê PRAVAKATOR e. Di vê seminerê de, dibêjin ku Seid Elçî zilamê MIT a Tirkaye. Herweha dibêjin ku, Seid Elçî sekreterê Partiyê Faik Bucak bi destê eşkiyayekî daye kuştin.Seminer bi zimanê Tirkiye û beşek ji vê seminerê ji bo ku orjinale bi zimanê Tirkî bilav dikin.

PERÇENIVÎSEK JI SEMÎNERA “PRAVAKATOR” YA PARTÎYA DR. ŞIVAN KU DI 1971ê LI KAMPA QUMRÎYÊ DAYE:

“PROVAKATÖR“

Provakatör: iki taraflı çalışan, yani hem milli emniyette

hemde devrimci bir partide faaliyet gösteren esasta milli

emniyetin adamı olan ve devrimcilerin tanınmasında,

eleverilmesinde yardımcı olan kişidir.

Ajanların en tehlikelileri olan provakatörler gizli

faaliyet gösteren partinin içine girerek kimlerin çalıştığını

parti elemanlarının kimlerle temas ettiklerini, maddi

imkanları nasıl sağladıklarını öğrenip üst makamlara

raporla bildirirler. Provakatörler gizliliğe mutlak surette

riayet ederler. Servise girdikten sonra yaşayış tarzını asla

değiştirmezler hiç bir şekilde güvenlik teşkilatı merkezine

gelemezler….

Yine dikkatı çekmeyen iki büyük provakatör

Sait Elçi ve Derviş Akgül, halk arasında milliyetçi

tanınmışlar, bu yüzden hapise girmişler, gizli bir partinin

merkez komitesinde çalışmışlar. Milli emniyet partiyi

kontrolü altına almak için partinin sekreterini bir

eşkiyaya öldürtmüş ”Faik Bucak ” ve bahsettiğimiz bu

iki provakatörlerden birini sekreterlige getirmiştir…”

(Çavkanî: ji kitêba Ilk Anlatim)

——————————————

IFADEYA DR. ŞIVAN Û ÇEKO!

”Mesela Seid Elçi û sebebên kuştına wi jı me re hat

pırskırın. Ka qeziye çı ye û bı çı awayi çêbûye?

1- Her weki hûn dızan, em kurdperwer ın û eva dı sal

ın em bı emel dı nav Şorışa Kurdıstana Iraqê de û dı

bın serokatıya Mela Mıstefa û yê karbıdestên Şorış

de bı dıl û can û bê pere dıxebıtın. Bı heta, dı wextê

şer û bombe kırınêde û dı qada şer de me ev xebat

kır. Pışti 11 ê Adarê ji, disa bı dılsozi em çûn ba

Serok û MS. PDK û jı wan re got ku, em dıxwazın

jı bona Kurdıstana Bakur ji xebata siyasi bıkın.

2- Pışti razibûna Serok û MS me disa bı dılûcan û

bı dılsozi dest avêt xebatê û PDK-T bı vi awayi dı

28 ê Hezirana 1970 de û bı iştıraka 17 hevalên

endamên Q.Merkezi saz bû. Nıha ji program û

nizamnamya navxwe ya parti, raporta şıklê xebatê ya

parti û raporta stratejiya parti û ditına teori lı ba

MS. PDK mewcûd ın.

Bı heta iro, me tım û tım dı gel Eshed Xoşevi,

MS û Serok dan û standın kır û dı

derheqa xebata xwe de ji malûmat daye wan. Û em

pê bawerın ku karbıdestên Şorış bı vê danû standına

me baş dızanın ku em bı dılsozi, fidakari û bı

hesasiyeteka bılınd gırêdayiyê Şorışa Kurdıstan ın û

tım û tım me menfaata Şorış û nemaze a Kurdıstana

Iraq parast û menfaata wan bı ser menfaata Kurdıstana

Bakûr re gırt. Jı ber ku Kurdıstana Nivro, Serok û

PDK jı bona me realitên tarixi nın. Û em wan wek

pêşeng û ronahiyek bılınd dıbinın jı bona perçên

Kurdıstanên dın.

3- Seid Elçi û hevalê wi Derwêşê Sado (Akgul) eva

salek zêdetır e, jı bona pûçkırına xebata me lı her

deri dıgerın. Lı ba we melûm e ku par çı awayi hatın

û gazındê me kırın. Disa zıvıstana çûyi ji jı bona vê

yekê bı navê Ferzende mırovek beradayi şandın ba

Isê Sıwar. Pıştra Ehmedê Huseyn rê kırın Beyrûtê,

Sûriyê û vır. Tıştek aşkeraye ku ev Ehmedê Huseynê

bı pasaporta Tırkan dıgere dı emna Tırkan da ye.

Armanca Seid Elçi, Ehmedê Huseyn û Tırkan ew

bû ku em an bên kuştın an ji Kurdıstana Iraqê bêtın

derêxıstın. Jı ber ku xebata me xebateka dılsoz, fedakar

û bı dıl û can bû, polêsên Tırkan Seid û Derwêş jı

xwe re kırın xulam. Bı pere û bı xapandına siyaset

ew kırın pey me û Parta me. Vê care Seid bı arikari

û teşviqa Emna Tırkan derbasi Sûriyê bû û ancax

pışti ku derbas bû Tırkan hêj nave wi xwend. Ê ku

Seid Elçi derbasi Sûriyê kır û ani Iraqê, jı Emna

Tırkan Mıhemedê Begê bû. Ev xelkê Nuseybinê ye

û hemû Nuseybini ji dızanın ku ew dı Emna Tırkan

da ye. Mıhemedê Begê nizamnama parti û raporteka

parti teslimi Tırkan kır û jı wan re dan zanin ku em

dı nav Şorışa Kurdıstana Iraqê da ne û dı bın emrê

Mela Mıstefa de dıxebıtın. Jı ber hındê bû ku wezirê

adliya Tırkan, radyoya London a Cuhiya (Israil) pêk

ve gotın ku: “Mela Mıstefa lı Kurdıstana Tırkiya

partek şorışger teşkil kıriye ku lı wê derê şorışek bıke”.

Mıhemedê Begê ev yek bı serahat got û mucrimiya

xwe qebûl kır.

Pışti pırsiyarıya me Seid Elçi bıxwe ji itıraf kır

ku pışti danina orfi-idara leşkeri, lı gel zabıtek Emna

Tırkan lı Istenbul, Enqere û lı Diyarbekır geriyaye û

jı bona Soro lı Nuseybinê û Şıvan ji lı Tetwanê bıde

gırtın; ixbara wan kıriye û arikarıya Tırkan kıriye.

Bı rasti ji, ger Soro bı lez jı Nuseybinê

derneketıbıwa û Şıvan ji du roj beriya qewlê xwe

negıhabıwa Tetwan ew her du ji dıhatın gırtın û

wek delilên xısar jı bona Kurdıstana Iraq û Serok dê

ketıbûna nav lepên Tırkan.

4- Parta me lı gora sistema otorita merkezi dıxebıte (Md

4 nizamnameya navxweya PDK-T). Lı gora Md. 14

benda f ji, karbıdestên parti dıkarın cezaya xıyanetê

bıdın û tenfiz bıkın.

Pışti mıhekeme kırına Seid Elçi û Mıhemedê Begê,

karbıdestên parta me, lı ser delil û itırafên her du

yan bawer ani ku ev her du mırov xayinê mıletê

Kurd û Şorışa Kurdıstanê ne û dıgel Emna Tırkan jı

bona pûç kırın û kuştına me xebatê dıkın û jı bona

hındê wezife jı wan re hatiye dayin.

Lı ser vê baweri û qeneeta karbıdestan, sıkırterê

tevayi Feridûn û sıkırterê dudu Gavan bı hev re jı

bona tenfiz kırına sûcê xıyanetê emır dan sê endamên

parti û ev emır hat tenfiz kırın.

Karbıdest û cihazê parti ûsa dıfıkıre ku ev qeziye,

qeziyek Kurdıstana Tırkiya ye û parti dıkare dı

derheqê vê qeziyê de qırareki serbıxwe bıde. Jı bona

vê çendê ye ku bı nave PB ya PDK- lı Tırkıya ev

qerar hat standın û tenfiz kırın.

Bes, jı bona vê qeziyê, ger me qeneetê karbıdestên

Kurdıstana Nivro (Iraqê) pırs bıkır bıwa, gelek baş

dı bıwa. Nıha em vê xeleti û kêmasiya xwe qebûl

dıkın. Lê em disa tıkrar dıkın ku em lı beranberi

Şorış, Serok û PDK muxlus ın.

Lê belê Seid Elçi û Emna Tırkan lı helak û kuştına

me geriyan. Her mexlûq û her parta şorışger mecbûre

xwe bıparêze. Û heta dine me yê Islam ji wıha emır

dıke: “Ger yek bıxwaze te bukuje tu ji dıkari wi

bukuji.”

Çı elaqe û dıjmınahiya me ya şexsi bı van mırovan

re nine. Em tıkrar dıkın ku Seid û Emna Tırkan jı

bo vê kırınê em mecbûr kırın. Jı ber ku ewan dıxwest

me pûç bıkın û jı ortê rakın.

Daxwaza me ya dawi eva ye: Q. merkeziya parta

me dı kombûna xwe ya sısêmin (3) de bıryar standı

bû ku “Gava xeletiyek dı nav me û Şorış de çê bû û

Şorış acız bû gere xebat bête rawestandın.” Lı ser vê

bıryarê pışti vê qeziyê û acız bûna karbıdestên Şorış,

endamên q.merkeziya parta me ên hazır dı gel me

rûnıştın û jı me re itımadên xwe diyar kırın û em

teyid kırın. Bes me hemûyan bı tıfaq û bı hev re

qerar stand ku “Ne pırskırına me xeletiyeke û ev

xeleti berpırsiyarên Şorış acız kıriye. Jı bona vê yekê

ji PDK-lı Tırkiya xebata xwe rawestand û çavnêrê

qerarê we dısekıne”.

Nisbet me, em bendewar û dılsozê Şorış û we

nın. Xızmeta me bı emel û karê me xuyaye; çı dı nav

sefên Şorış û çı ji ba we malûm e. Jı ber van yekên

ha em xwe perçek jı we dıhesıbinın. Û heqê me heye

ku em wek şorışgerek hevalên we, dostên we û dı

bın xızmeta Şorış û dı nav Şorış de û lı ser tayin

kırına karbıdestên Şorış daxwaz dıkın ku lı vê xeletiya

me bıborın. Jı ber ku dı manayê bıngehin û jı

beranberi Şorış û PDK de çı sûçê me ni ne.

Not: Ger daxwaz hebe em dıkarın bı devki malûmatên

zêde ji bıdın.

Sekretêrê Tevayiyê PDK-T

Feridûn (Dr.Şıvan)

”Imze”

Sekretêrê Duduyê PDK-T

Gavan (Çeko)

”Imze”

Em endamê Q.Merkeziyên PDK-T ku lı vır hazır ın vê

pêşniyara jorin a her du sekretêrên me teyid û qebûl

dıkın.

Dicle (Kurdo) Rustem (Soro) Dılovan (Zendo)

——————————————-

Ew raporteki em ımza dikı madde 4 bende sısêda

dınıvsineki sekreter û halıkarvanê wi tenfiz kırına qerarê

emır dane halbuki endamê MS ew herdu hevalê me bo

kuştına van ji û tenfizkırına şekli wi da ji qerar bı serê

xwe dane em 3 heval ancak wexta pırskırına vê qeziyê

em agadar bûn ve me we mesele no biyist. Be xeyrê vê

şıklê madde ewê dın em ji qebûl dıkın.

Dılovan (Zendo) Dicle (Kurdo) Rustem (Soro)“

”Imze” ”Imze” ”Imze” „Imza“

(Çavkanî: Ji kitêba Îlk Anlatim)

———————————————————-

WERGERA KURDÎ YA ENCAMÊ RAPORA DESTNIVÎSA DR.ŞIVAN Û ÇEKO YA LABRATURA ALMANYA!

”Destnivîsa bi numra X1-X4 ku mijarê gotûbêjê ye, bi îhtimalek gelek mezin, ne ji destê birêz Saît Kirmizitoprak derketîye û divê ji dervî îhtimalê bê girtin.

Destnivîsa bi numra X1-X4 ku bi destnivîsa VY1 nîşankirî hate muqayese kirin, bi îhtimalek mezin ji destê vî kesî derketîye.

Dr. Wolfgang Conrad

Lêkolîner û pisporê Rapora”

Têbinî: X1-X4 destnivîsa Çeko ye. VY1: Çeko ye.

PARTÎ DEMOQRATÎ KURDISTAN- QIYADA MUWAQET

Ronahîkirina li ser mesela Şehîdkirina rehmetî Seîd Elçi û kuştina rehmetî Dr. Şivan

Piştî şehîdkirina rehmetî Seîd Elçî û du hevalên wî, hin grûbên tohmetkar bi xerezî û zikreşî pir pêkol dikin û dixebitin, ku bi awakî sextekarî ji serî heta dawî rastiyên bi vê hadîsa dilşikên ve girêdayî bigerîn û kuştina rehmetî Dr. Şivan ji bo armancên xwe yên pîs bi kar bînin. Ji bo ku bikaribin hicûmê bînin ser Partî Demokratî Kurdistan û yan jî ji bo bi cih anîna emrên meqamên kevneperest yên li navçê ku dijî xebata gelê Kurd in. Ji xwe kîn û xerez û zikreşîya wan li beramber Partî û xebata gelê Kurd mezin e. Dema ku ev grûbên han van uslûbên erzan û pûç bi kar tînin, didin diyar kirin ku wan êdî di meydana xebatê de îflas kirine. Li ser vê bûyera dilêş, piştî lêkolîneke dûr û dirêj, em li ser şehîdkirina rehmetî Seîd Elçî rastiyê li jêr eşkere dikin.

Di serê payiza sal 1969-an de Dr. Şivan di gel çend hevalên xwe hatin Şoreşa kurdî li Kurdistana Iraqê. PDK gelekî bi germî bi xêr hatina wan kir û ew xistin nav hêzên Şoreşê. Ji Dr. Şivan re li Qumrî li mintîqa Berwarî Bala klînîkek vekir. Piştî lihevhatina Adarê ya sala 1970 an, nexweşxanek li nêzîkî Bamernê hate avakirin û Dr. Şivan jî li wir wek doktor dest bi kar kir. Di wî wextî de piraniya wextê xwe bi dermankirina birîndar û nexweşan ve derbaz dikir. Wekî din jî xebata xwe ya siyasî dikir.

Demekê paş hatina xwe, dest bi çêkirina Cenahekê di nav PDK ya Tirkiyê de kir. Lê hîç kesekî, ji berpirsiyarên Kurdistana Iraqê têkiliya xwe bi vî karê nekir. Çêkirina vê cenahê bi destê Dr. Şivan bû dijî hemû lihevhatin û têgihîştin û xebata siyasî ya hemû aliyan li Kurdistana Tirkiyê. Li ser vê jî, lome û tohmetên van tiştên bûyî, nakeve tenê ser şanê wî. Ji ber ku aliyên din jî rola xwe lîstin, ku rewş weha bû. Di 12 adara sala 1971 an de cûnta hate Tirkiyê. Bi hatina cûnta ve, li Kurdistana Şîmal merhaleyeke nû dest pêkir. Rejîma faşîst ya wê çaxê dest bi zilm û êşandin, girtineke mezin û fireh kirin. Ev jî bû sebeba ku pir Kurd û ji neteyên din kes ji ber zilma rejîmê birevin û dev ji welatê xwe berdin. Ji wan yek jî Seîd Elçî bû, di gel çend Kurdên din çûn Sûriyê û ji wir jî hatin Kurdistana Iraqê. Wextê ew gihişte Zaxo, bû nêvanê Komîteya nevça Zaxo. Hinek ji sebebên hatina wî yên din jî ew bûn, ku rewşa Kurdistana Şîmal ya nû bi Serektiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê bide zanîn û di gel grûba Dr. Şivan li ser rewşa nû û planên misteqbel minaqeşe bike û bi wan re ji aliyê bîr û bawerî ve bide û bistîne. Dema Dr. Şivan bihîst ku Seîd Elçî hatiye Zaxo, wî di gel berpirsiyarên grûba xwe civînek çêkir. Di civînê de Dr. Şivan, Çeko, Brûsko, Zendo û (x) amade bûn. Van kesan di vê civînê de bi dûr û dirêjahî li ser hatina Seîd Elçî minaqeşe kirin. Di civînê de Dr. Şivan pêşneyar kir ku çend kes ji wê civînê herin Zaxo, da ku Seîd Elçî bigrin û bibin teslîmî qereqola herî nêzîk ya cendirmê Tirkiyê bikin. Lê ew pêşneyar bû sebebê nexweşiyên mezin di civînê de. Heta Zendo ji bo protestokirina vê pêşneyarê dev ji civînê berda. Di dawî de, bi çar dengan biryar dan ku wî bigrin û xwe jê xelas bikin. Di roja didwan de 3 kes ji wan (Dr. Şivan, Çeko û Brûsko) ji bo bi cîh anîna vê biryarê çûn Zaxo. Van kesan Seîd Elçî di baregeha Komîteya Partî ya navçê de dîtin. Dr. Şivan bixêrhatineke wisa germ lê [kir] ku hemû kesên li wir wisan bawer kirin ku hemû nakokî û dubendî ji nav wan ra dibe û di nav wan de rûpeleke nû vedibe. Dr. Şivan ji Komîteya navçê dawa dike ku Elçî bibe mêvanê wî û Komîte jî vê bi dilxweşî qebûl dike. Hemû bi hev re di gel Elçî û hevalekî wî ku navê wî Mihemedê Bego bû diçin ba Dr. Şivan. Di reya baregeha Dr. Şivan de Saîd Elçî û Mihemedê Bego di nîvî dihara sala 1971 an de tên kuştin. Vegra Dr. Şivan û herdû hevalên wî bo baregehê bi rojekê texîr dibe. Di tehqîqatê de diyar bû ku sebebê derengiya vegera wan kuştin û veşartina Elçî û Bego bû. Paş wextekî diyar bû ku dema Elçî li Zaxo bû, mirovekî bi navê Abdiletîf Savaş jî li wir bûye û Elçî dîtiye. Hîç dan û standindike siyasî ya vî kesî bi tu alîkî rê tunebû. Lê grûba Dr. Şivan dixwest ku ji wî jî xelas bin da ku ew nebe şahid. Ji ber hindê ew jî bi destê wan hat kuştin.

Paş nediyarbûneke dûr û dirêj ya Elçî, dost û hevalên wî dest bi pirsîna wî kirin. Hinek ji wan hatin Zaxo ji bo pirsbikin ka çi bi wî hatiye. Lê hatin agadarkirin ku Elçî bûye mêvanê Dr. Şivan. Ji ber vê, ew çûn baregeha Dr. Şivan û wî jî gote wan, ku Elçî çûye Gilala. Ew jî çûn Gilala û pirs kirin. Lê bihîstin ku Elçî nehatiye Gilala. Êdî careke din vegeriyan baregeha Dr. Şivan û wî jî vê carê got: Dibe ku di reya Gilalayê de Elçî fikra xwe guherîye û vegeriyaye Kurdistana Şîmal. Dawî mesela windabûne Elçî bo hemû kesî eşkere bû.

Ji lewra serektiya Şoreşê emir da ku Dr. Şivan û grûba wî bên girtin û wan ji bo tehqîqatê bişînin Gilalayê. Lê di tehqîqata pêşîn de diyar bû ku piraniya wan bê guneh in û hatin berdan. Bi tenê Dr. Şivan, Çeko û Brûsko bi girtî man. Herweha Zendo û (x) jî şandin bo Gilala. Paş li Gilala lêkolîneke kûr bi Zendo û (x) re eşkere bû, ku destê van herdu kesan di kuştina Elçî, Bego û Savaş de tune û ji lewra jî ew hatin berdan.

Di wexta xwe de grûba Elçî ji serektiya Şoreşê dawa kir, ku Dr. Şivan, Çeko û Brûsko teslîmî wan bikin. Ji ber ku mesele bi partiya wan ve girêdayî ye, divê ew mahkeme bikin. Herweha grûba Dr. Şivan jî ji serektiya Şoreşê dawa dikir ku Dr. Şivan û herdû hevalên wî teslîmî wan bikin. Wan jî digot, ku mesele bi partiya me ve girêdayî ye û divê em mahkeme bikin. Lê serektiya Şoreşê biryar da ku dawakirina herdu aliyan jî red bike. Ji ber ku ne dixwest ku destê alîkî li hember yê din bigre. Herweha ji ber ku ew li sulte û hêza herî mezin bû, baştir dît ku komîteyekê ji mirovên bawer û bi rûmet yên Şoreşê ji bo tehqîqatê dayne da ku ew li rastiyê bigerin û li vê meselê bikolin. Ev komîte hat danîn û dest bi mehkema Dr. Şivan, Çeko û Brûsko kir. Jê re îspat bû ku van kesan Elçî, Bego û Savaş kuştiye. Li ser vê jî hikma kuştina Dr. Şivan, Çeko û Brûsko dan.

Baweriya serektiya Şoreşê di wê wextê de ew bû ku ew hadîse li axa Şoreşê qewimiye. Teslîmkirina Dr. Şivan û herdû hevalên wî bi alîkî, mesele hîç hel nedikir. Lê ê aloztir bikira. Ji ber vê yekê ew reya ku me got girt û bi xwe mehkema wan kir. Biryara kuştina Dr. Şivan, Çeko û Brûsko, di serê payiza sal 1971 an de, li gor biryara hikmê ku di derbareya wan de hatibû dayin, li ser bingeha edalet, qanûn û aghdariya birayên Kurdistana Şîmal bi cîh bû.

Piştî hingê diyar bû, ku dubendî û nexweşiyên siyasî û fikrî yên kûr ku rehên wan dighên destpêka sala 1960 an nav rehmetî Elçî û Dr. Şivan de hebûne.

Dawiya meha 11 an ya sala 1977

Partî Demoqratî Kurdistan

Qiyada Mûwaqet

8.6.2020

Nurî Çelik

Back to top button