Civak

Nêzîkî 700 pizîşkên Silêmaniyê naçin ser kar

Eve sê roja li ser hev pizîşkên nîştecihê Xulaw ya li tixûbê Silêmanî, Helebçe, Germiyan û Raperîn neçûne ser karên xwe û hejmara wan nêzîkî 700 pizîşke û daxwazî û dinyayek gileyiyê wan heye. Girîngtirîn daxwaza wan pêdana mûçeyê wane 30 roj carek bi bê paşketin.

Ew pizîşk di demek da naçin ser kar ku rewşa tendirustiya Herêma Kurdistanê ber bi kontrol derketinê ye û plana pêşîna Hikumetê jî ji bo çareserkirin û ragirtina bilindbûna hejmara miriyane.

Roj Hemîd yek ji wan pizîşka ne ku naçê ser kar û dibêje: “Daxwaza me ku mafê me ye, pêdana mûçeyên meye. Em şûl pêda nîne ku mûçe heye yan na, lê belê li vê rewşa xerap da jî mafê me ye debara jiyana me bê dabîn kirin”.

Back to top button