Civak

Bi firokeyan dexl û danên cotkarên Kurdan dişewitînin

Li vîdeoyek da xûyaye helîkoperek gelek bi nizmî difirê û bi bombeyên agirîn dexl û danên cotkarên bajaroka Gapîlon ya ser bi navçeya Şarbajêr dişewitîne.

Kameran Abdulla Birêveberê bajaroka Gapîlon ragihand: Îro demjimêr dehê sibehî firokeyeke serbazî li Dola(Newala) Cafayetî ve ber bi bajaroka Gapîlon hatiye û pênç bombeyan avêtiye û bi lez ji wî cihî çûye.

Li berdewamiya axaftina xwe de dibêje: Bombe bûne sedema şewitandina dexl û danên beşeke welatiyên wê navçeyê û paşê karîne agir kontrol bikin.

Heta niha nayê zanîn ew firoke ser bi kijan welatî ye.

https://www.facebook.com/AlHadath.kurdI/videos/3666646903362721/

Back to top button