Civak
Korek û Qi Card pêkve xizmeta Kurdistanê dikin

Kompanya karta navdewletiya zîrek (Qi Card) û kompanya Korek Telecom ragihandin ku her du kompanya li warên xizmetguzariya berfireha darayî de ji bo welatiyên Kurdistan û Iraqê pêkve kar bikin.
Her dû kompanya rêkeftin ku li warên peywendîdarên li welat da kar dikin û bi palpiştiya destpêşxeriyên Hikumeta Iraq û Hikûmeta Kurdistanê dikin. Li ser pêkve karkirina ji bo dabînkirina çendîn xizmetguzariyên gihandin û darayî ku eve jî derfetek li welatiyan dide kirdarên peredana elektronî û bazirganiyê li rêya înternetê encam bidin. Eve jî li gel hewldanên Hikûmeta Iraqê yên ji bo encamdana hêsankariya li xizmetguzariyên darayî û danîna tixûbeke ji bo pereyên giran û zêde li welat da pêşkêş kiriye.