Şîretên Rûspiyê Gund

Çend zarokên ciwan tên gundê xwe, li mala kalê xwe dimînin. Mirovekî oldar û dinyadîtî; bi sal û rûspiyê gund di ber malekê re dere, dibîne ku; ev ciwan bi zimanê xwe yê kurdî qise nakin, bi dê û bavê xwe re bi qeşmerkî qise dikin. Çek û cilên wan teng û çîr in, ne fedî û ar dikin ne jî ji mirovan re rêzê digrin. Rûspîyê gund diponije û bangî wan ciwanan dike: “Xortno! Ciwanno!  Hele werin cem min?”  Ciwan tên cem rûspiyê gund:
Xêr e kalo,
Xêr e, xêr…
Hûn li bajêr dijîn
Erê
Hûn li bajêr bin an li gund bin, li ku dibin bibin, ez ê ji we re çend gotinan bêjim, ku destûra we hebe?
Erê, kalê hecî, çima nabe.
Divê hûn gotinên min baş guhdar bikin, gotin ji min, guhdarîkirin ji we. 
Di wê gavê de dê û bavê wan zarokan dibîne, kalik bangî wan jî dike, dibêje. “Werin vir , li vir rûnin?” dê û bavê zarokan jî tên cem kalik. Rûspî dest bi şîretên xwe dike:

Ya ewil ol û neteweya xwe ji bîr nekin
Qedrê dê û bavê xwe bizanin
                *  *  *
Çawa ku ruh û bedena mirov ji hev e
Ol û netew jî ji hev e
Çimkî ol weka rihê bedenê ye
Netew jî  weke bedena mirov e
* * *
Pir ne bi zaroka
Giranî nede ser kevokan
* * *
Heger tu şêr bî
Wê paşîva te penêr be
Lê tu ker bî
Wê taştiya te li der be
* * *
Heger tu bilizî bi zar re
Tu nabî şofêrê teyaran
* * *
Heger gava xwe zêde bavê
Wê qûna te têkeve avê
* * *
Heger bejna te kinik be;
Tu yê bê xal û bê metik bî
Wê sersala te bê dendik be
Wê xweha te bê şimik be
Wê jina te por hincik be
* * *
Heger tu nexwînî bi sal û meha(n)
Tu rûnanî ser kursiyê biha
Ku tu bixwînî tu yê pera bînî
Ku tu nexwînî tu yê erebokê dehfînî
* * *
Heger tu nerî medresê
Tu yê herî parsê
* * *
Jibîr dibin birîna xençeran
Lê ji bîr nabe dewsa xeberan
* * *
Esilî ne dengê bilind e
Tu esîlî bi muxtarê gund be
Ku bi dengê bilind ba
Wê ker muxtarê gund ba
* * *
Heger tu nekî karê malê
Tu destê xwe naxî paşîla xezalê
* * *
Neelîmin rûniştina ber dîwaran
Xwe neelîmînin kişandina cixaran
Destên xwe nekin berîka vala
* * *
Jina werî ji malbatê
Goh nedî por û şimşatê
* * *
Nebe hevalê derewînan
Tu yê bifroşî cil û nîvînan
* * *
Ne esil kil û kildan e
Ya esil teşî û badan e
* * *
Destê xwe girê nede bi paçikan
Pere negre ji kûçikan
* * *
Esil ne por û cênik e
Yê esil pere û berîk e
* * *
Bila jina te kin be
Şeva te wek cil be
Heger jina te xweşik be
Wê dilê te tim bi şik be
* * *
Tu şofêrî, nere qehwê
Ku tu herî qehwê
Wê birçîna zarokên te herin ber dolabê
* * *
Heger jina te sernerm  be
Wê şîva te germ be
Lê ku jina te serhişk be
Wê di mal de weka dûpişk be
* * *
Qelendê jinê danê
Dermanê serhişkê danê
* * *
Heger bihna te fere be
Wê şêwra xelkê bi te be
Lê ku tu zirtik bî
Tu yê bi cîran re bi qirtiq bî
* * *
Bila bûka te, yê te be
Bila ne ciranê diya xwe be
* * *
Nekeve bin destê bûka
Ji bo ku tu nekûzkizînî neynokan
Heger tu têkevî bin destê bûkan
Tu yê bikûzkizînî neynokan
* * *
Heya mirinê
Em ê herin firnê
* * *
Tu nesekinî bi dorê
Nan nastinî bi zorê

Paşa Amedî

Nerîna min :