Cîhan

Îtaliya: Kurdistan cîyek stratejîke

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja duşemiyê 02.03.2015ê li Romayê paytexta Îtaliyayê ji aliyê Metiyo Renzî serokwezîrê Îtaliyayê ve hatin pêşwazî kirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser navê gel û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya piştgirî û piştevaniya Îtaliya di warê însanî û leşkerî de bo herêma Kurdistanê û serdana serokwezîrê Îtaliyayê bo herêma Kurdistanê di havîna borî de sipas kir û ew serdan bi serdaneke giring û piştevaniyeke mezin bo herêma Kurdistanê wesif kir.

Serowezîrê Kurdistanê behsa pêşdeçûn û serkeftinên berdewamên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorê û rewşa koçber û penaberan li herêma Kurdistanê ku barekî giran xistiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku, koçber û penaberên li herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkarî û hevakriyên zêdetir e ji aliyê civaka navdewletî ve.

Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Îtaliyayê

Serokwezîrê Îtaliyayê di axaftina xwe de got:  ”Em we dilrehet dikin ku,  Îtaliya dê li ser piştgirî û piştevaniya herêma Kurdistanê di warê însanî û leşkerî de berdewam be. Ji bona jinavbirina terorê Îtaliya dê bi her awayî piştevaniya herêma Kurdistanê bike. Mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê di bereyên cenga dijî terorê de peyama xweragirî û azayetiyê bi cîhanê da. Îtaliya di hemû waran de, zêdetir ji berê, hevkariya herêma Kurdistanê bike, ji ber ku em herêma Kurdistanê bi cîyek stratejîk dibînin û em xwe bi dostê gelê Kurdistanê dizanin. Îtaliya biryar daye sewîyeya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bo konsulxaneya giştî  bilind bike û bi vê gavê em dixwazin peyamekê bi hemûyan bidin ku, nuha rewşa herêma Kurdistanê ji caran baştir e û ji bo me gelek giringe ew aramî û îstîqrara li herêma Kurdiatanê heye berdewam be.

Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Mûsilê û deverê bi giştî, çewaniya berhingarbûna terorê, operasiyonên leşkerî û geşkirina pirosesa siyasî li Îraqê û giringiya beşdarîkirima hevbeşa hemû pêkhateyan di pirosesa siyasiya welêt de, rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser rewşa Îraqê û deverê bi giştî û pêwîstiya dîtian çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Suriyê,  di civînê de hatin nirxandin.

Di vê civînê de; cêgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê ewqaf û karûbarên olî, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, peyvdarê hikûmetê û nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê amade bûn.

Back to top button