Cîhan

Barzanî û Papayê Vatîkanê rewşa Kurdistanê nirxand

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja duşemiyê 02.03.2015ê li Vatîkanê ji aliyê Papayê Vatîkanê ve hatinê pêşwazî kirin û di dîdarekê de; rewşa herêma Kurdistan, Îraqê û deverê bi giştî û pêşhatên dawiyê yên şerê dijî DAÎŞê gotûbêj kirin û tekîd li ser giringiya pêkanîna hevpeymaniya navdewletî ji bo şerê dijî terorê ku, ne bi tenê ji bo ser herêma Kurdistan û Îraqê, lê ji bo ser tev cîhanê metirsiye, kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa pêkvejiyana netewe û olên cuda li herêma Kurdistan kir û rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê ne ku, ji hemû pêkhate, netewe û olan; mesîhî, êzidî û misilamnan pêk tê û ji ber êrîşên DAÎŞ ji deverên cudayên Îraqê ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, zelal kir.

Şandeya herêma Kurdistanê digel Papayê Vatîkanê

Barzanî tekîd kir ku, xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê bê cudahî pêşwazî li hemû koçber û penaberan kiriye û li gor îmkanên xwe alîkarî û hevkariya wan kiriye.

Serokwezîrê di axaftina xwe de got ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan li herêma Kurdistanê hene û vê yekê jî barê hikûmeta herêma Kurdistanêî gelek giran kiriye û herêma Kurdistanê ketiye di rewşeke dijwar de û daxwaz ji Papa kir ku, welatên komekbexiş û civaka navdewletî han bide daku zêdetir û baştir alîkariya koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene bikin.

Papayê Vatîkanê rola hikûmeta herêma Kurdistanê di pêşawzî û hewandina koçber û penaberan, bê cudayî, bilind nirxand û pesna wê pêkvejiyan û biratiya  dikevin de li herêma Kurdistanê heye kir û rola herêma Kurdistanê di berhingarbûna terorê û parastina xelkê deverê bilind nirxand.

Di vê dîdarê de; cêgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê ewqaf û karûbarên olî, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, peyvdarê hikûmetê û nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê amade bûn.

Back to top button