Neçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Vatikan civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Wezîrê Derve yê Vatîkanê hat pêşwazîkirin û di wê hevdîtinê de Wezîrê Vatîkanê spasî welatê xwe bo hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir û pesnê wan da ku bi bê cudahî Kurdistan kirine cihekî aram bo penaber û koçberan, herwiha hemû alîkariyek pêşkêşî wan dikin.
Di berdewamiya serdna xwe de bo Vatîkanê de, îro piştî nîvro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ligel Pawil Rîçard Wezîrê Derve yê Vatîkanê civiya.
Di wê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Vatîkanê ragihand ku ew berdewam agahdarî rewşa kurdistanê û rewşa wê dibin.
Herwiha di wê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê û pêşveçûnên berdewam ên Hêzên Pêşmerge û şikestinên terorîstan hatin nirxandin, herwiha tîşk xistin ser rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û dakokî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyan j aliyê welatên alîkarî bexiş û civaka navdewletî bo koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û alîkariya Hikûmeta Herêmê di vê bare de hatkirin.
Wezîrê Derve yê Vatîkanê Vatîkanê spasî welatê xwe bo hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir û pesnê wan da ku bi bê cudahî Kurdistan kirine cihekî aram bo penaber û koçberan, herwiha hemû alîkariyek pêşkêşî wan dikin.
Herwiha rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û bergirîkirin û parastina tevahiya pêkhatan û navçeyên wan ji metirsiya terorê bilind nirxand.