Polîtîk

Barzanî şîretan li DXB kir

Îro dûşem 02.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ezîz Şêx Riza Serokê Dezgeh û Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Li hevdîtinê de rewşa jiyana koçberan û asta wan hevkariyên mirovî hate nirxandin ku ji aliyê Civaka Navdewletî û rêxistinên xêrxwaziyan ve pêşkeşî koçberan kirine. Her wiha şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di derbarê tevger û çalakî û hevkariyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên li çend mehên derbasbûyî û rapora çalakiyan xistinrû ku pêkhatibûn ji hevkarîkirina koçber û penaberên Rojava û xuşk û birayên Êzîdî yên li çiyayê Şengalê û wargehan û navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê li Xaneqînê heta Zaxo û başûrê Iraqê û gihandina hekvarî û kelupel û xorek û pêdiviyên dinê ji bo Kobanê û her wiha gihandina xorek û kelupelên pêwîst ji bo birayên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstan.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî destxweşiyê li westabûn û erk û karê rojaneya kedkarên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku li demên derbasbûyî û li qeyranan û hatina hejmarekî zêdeyê penaber û koçberan rolekî gelek baş pêkanîne li yarmetîdana xelkê koçber û lêqewimî û Pêşmergeyan û bi erkêkî pîroz wesifkir û hêviya berdewamî û serkeftinê li erk û karên wan da xwest. Her li vê hevdîtinê de bi mebesta encamdana karên baştir û yarmetîdana xelkê koçber û lêqewimiyan, Serok Barzanî şîret û rênuwêniyên pêwîst ji bo şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xisterû.

Back to top button