Nûnerê NY: Barzanî parêzgeriyê li pêkhatên Iraqê kiriye
Îro dûşem 02.03.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nickolay Mladenov Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ku dawî bi erk karên xwe yên li Iraqê aniye ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û bi kurtî li rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û helwesta aliyan û pêkhatên Iraqê yên li ser proseya siyasî ya Iraqê û rûbirûbûna terorê xisterû û daxwaz jî kir ji bo derbaskirina wê qeyrana siyasî û emniya Iraqê bi ber girtiye hemû pêkhatên Iraqê li diyalog û hevdû têgihîştin û hemahengiya di navbera wan berdewam bibin.
Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdayê de Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî tekez li wê yekê kir ku hevdîtin û serdana şandên her dû aliyan yarmetîder dibê ji bo çareserkirina kêşeyan. Her wiha balkişand li ser rola Serok Barzanî ya li proseya siyasî ya Iraqê ku bi berdewamî parêzgeriyê li berjewendiyên gelê Kurdistanê kiriye û li heman demî de jî Serok Barzanî sedemek bûye ji bo hevdû nêzîkkirina pêkhatên Iraqê û ragirtina hevsengiya di navbera wan.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir û hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû de xwest û ji bilî wê balkişand li ser hevdîtina xwe û Serok Wezîrê Iraqê ya li bajarê Munîxê û wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê amadeye yarmetiya proseya siyasî û Hikûmeta nû ya Iraqê bide û li vî warî de jî hengavan avêtiye.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo çareserkirina kêşeyan û aştîvaniya nîştîmanî pêwîste niyeta aliyan ji bo nehiştina kêşeyan hebê û kultûra karê pêkveyî û şeraketî jî destbilind bê.
Rewşa siyasî ya navçeyê û tehdîda li ber paşaroja gelên navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.