Sinema: Azadiya wenda
Filma bi navê “Kayıp Özgürlük (Azadiya Wenda)” ya ser mijara zext û êşkenceyên Rêxistina Îstîxbarat û Têkoşîna Hemberî Terorê ya Cendermeyan (JİTEM) ku li kurdan kirine, hatiye kişandin, derket vîzyonê.
U.HozatlıDerhênerê fîlmê Umur Hozatlı, derbarî fîlmê de ji AKnewsê re got, rêxistina JİTEMê ya kontrgerîla ku di nava Artêşa Tirk de bi awayekî deryasayî hatiye sazkirin, êşkence li gelê kurd kirine û komkujî pêkanîne. Hozatlı got, ji ber ku hemberî van pêkanînan bêdeng nemîne, fîlmek wiha kişandiye.
Hozatlı got, bi gelek astengan re rû bi rû hatine û destnîşan kir ku, di dema pêvajoya kişandinê de bi tengaviya lîstikvan û studyo re rû bi rû mane û piştî kişandinê jî dîtina salona nîşandayînê bo wan kêşeyek mezin bû. Hozatlı wiha pêde çû:
“Em dixwazin bi piranî ev fîlm, ji hêla kesên ji pirsa kurdî dûr disekinin, yên wehşeta li Kurdistanê, zilm û zordariya dewletê, şerê qirêj nizanin an jê bawer nakin ve bête temaşekirin.
Derhênerê fîlmê Hozatlı ji kurdan xwest hê zêde piştgirî bidin sînemayê.
Nûçe: ka
Wergêr: ym
(AKnews)