Kultur

Heskîf ji bo turîzmê hate vekirin

Eve demek bû ku turîstan nikariya bi keyfa xwe li Heskîfê bigerin û serdana vî bajarê dîrokî bikin. Ji ber ku li çiyayê Heskîfê teht carcaran dihatin xwar û ev yek jî dibûya sedemê xeteriya jiyana xelkê Heskîfê û turîstan. Ji bo vê yekê eve 10 mehbûn ku mirovan nikariya li Heskîfê bigere. Ev jî bû sedema kêmbûna turîstan li Heskîfê.

Lê niha piştî hinek tedbîrên hatîn girtin, Heskîf bi temamî cardin ji bo turîzmê hate vekirin û hê dî bi hesanî xelkê ku serdana Heskîfê bikin dikarin li hemî deveran bi rêberetiya kesên di derbarî dîroka Heskîfê de xwedî zanyarî bigerin û di derbarê dîroka Heskîfê de bibin xwedî agahdarî. Salê bi dehên hezaran turîst berê xwe didin heskifê. Jiyana beşek xelkê vî bajarî li ser turîzmê ye.

Back to top button