Civak

Lingê Ata di xeterêde ye

Li hinek bajarên Kurdistana Bakur  di nav polis û xwepêşandanan de hevçûn çêdibe. Polis gelek bi tundî êrîşan dibin  ser xwepêşendaran. Wek tê zanîn piraniya caran parlementerên BDP-ê di van xwepêşandanan de amade dibin û ew jî dibin armanca tundiya polisan.

Dema protestokirina biryara dezgeha bilind ya hilbijartinan ya ku hinek berendamên serbixwe veto kirîn, polisan bombeyek ya gazi avêtin û ew li lingê parlementerê BDP-ê Ayla Akat Ata ket û ew birîndar bû. Niha jî rewşa Ata ne başe û ihtimala ku lingê wê bête jêkirin jî heye.

Li ser vê pirsê Ata dibêje ku wê agahdarî daye serokê parlementoyê û wezîrê navxwe, lê kesek lê negerayê û pirsa rewşa wê nekiriye. Di vê derbarê de Aa dibêje: Rewşa min ne başe, di dema xwepêşandanê de min hewl dida ku ez rewşê  baş bikim daku tundî çênebe û min xwepêşander didan aliyekî, di wê demê de polisan bi zanebûn bomba gazê avêtin min û dema ku min serê xwe parast ew bombe li lingê min ket. Gaz a bi jehir ketiya di nava lingê min de û ez dikarim seqet bimînim.

Back to top button