Civak

“Gurub Yorum“ di bin çavde ne

Îro berê sibehê li Stanbulê polisan ser hinek xaniyan de girtin û di encam de 34 kes binçav kirin. Li Stanbulî li devera Ok Meydanî taxa Şevket Paşa polisan ser hinek malan de girt. Di van malan de endamên komeleya Mafan û Azadiyan diman.

Polisan deriyê hinek xaniyan şkinandin û ketin malan de. Di nav kesên hatîn girtin de, endamên gruba stranan “ Gurup Yorum“ jî hene. di vê operasyona polisan de 3 endamên “Gurup Yorum “ jî hene. Gurup Yorum grubek ya straneye û di nav gel de gelek tên naskirin û hijêkirin.

Back to top button