Nivîsar

Berdan di texa rewşnbîran da ber zêdebûnê ve diçe

Berdan di nav texa rewşenbîr û rojnamevanan û romanivîsan da ber bi zêdebûnê diçe, egerên cuda hene bo vê diyardê, hindek di bêjin: Em wek du cîhanên jêk cuda bûn, yên dîtir di bêjin: Maytêkirina dewrûberên xêzanê jî karîgerî li ser jêk vebûna wan kiriye, dadiwerî bi rolê xwe got: Berdan dinav vê texê da di pêtirbûnê daye, demê hevjînên xwe di berden parîzeran dikin birîkarên xwe ji bo bi rêvebirina sikaleyên xwe.

Yusif Ehmed dadiwerê barê kesayetî li dadgeha Duhokê diyar kir ku, ew rewşenbîrên hevjînên xwe di berden nahêne dadgehê û parêzer û xelkî dikin birîkarên xwe, dîsa got: ((li vê dûmahiyê haletên bi vî rengî ber zêdebûnê ve diçin, egerên berdanê jî di her haletekî da dicudane, çunku texa rewşenbîran pitir egerê beriniyasî û dahatiyê abûrî û xîre helgirtin ji hevdu rolê xwe di berdanê da dibîne)).

Li ser heman babet jineka rojnamevanek dibêje: Ji ber fêlbaziyên hevjînê xwe, min xwe daye berdan, ji nû hest bi tama jiyanê dikim, hest bi wê şermê nakem ya xelkê sade hizir bo dike, çunku ya berdayî me û got: ((min qebûl nedikir hevjînê min qesên kirêt û axivtinên zivir bêje min, dîsa ji ber tundûtûjiya digel min di hatekirin, min biriyar da xwe ji hevjînê xwe bidem berdan)).

Ji aliyekê din ve romanivîsek li Duhokê her neviya navê xwe bêje diyar kir ku, ew digel hevjîna xwe mîna du cîhanên jêk cuda bûn, di çi biriyaran da pêk ve ne di goncan, jiber her yekî dîtinek bo babetan hebû û got: ((miruvê rewşenbîr dê werarê û pêşveçûnê afirîne, lê hevjîna wî dê mînte di cih da û nikare digel hevjînê xwe berdewamiyê bide û evejî egerê serekî yê jêkivebûna mine)).

Dadiwer Yusif amajê didete wê çendê ku, pitir regezê nêre biriyara berdanê di nav texa rewşenbîran da didet ku xwe cuda dibînin ji xelkê sade, lewra neşên pêk ve bi goncin.
Ne dor ji babetî peyamnêrekê rojinamevan çîroka xwe ya berdanê şirove dike ku, hevjînek di biyavê hunerî da min marikir, ji civakekê dî min îna, dîsa min pêkul jî kirin wek xwe lê bikem, lê em neşiyayin bi goncîn li gel yek û got: ((ta niha ew berdan min dîşîne, çend carekê digel xêzana xwe ya dwyê bi şeredev diçim, nimûneya hevjîna yekê didete min, dibêje: Eger tu yê bi kêrihatî bayî da hevjîna yekê digel te bijî)).

Parêzer behzad behcet beroşkî bi hukmê karê xwe li dadgehê di bêje: Texa rewşenbîran berdewam hewla dahênana hizirên nû di her biyavekê jiyanê da dike, li vêre û bi taybet di nava civakên weku meda, wergirtina van cure hizran bi sanehî nahêne qebûl kirin, ji ber vê yekê bargiraniyek dikeve li ser xêzana kesê rewşenbîr nexasme hevjîna wî ku dibe destpêkek bo hebûna arîşeyan di navbera wan da.

Di pişkeka diya axiftinên xwe da parêzerî got: ((heke em temaşey sikaleyên berdanê li dadgehê bikin, gelek ji wan ji egerê nebûna wekhevyê di nêvbera jin û zelaman da peydadbin, nexasme ji aliyê astê rewşenbîrî ve ku dibe cihê ne têgeheştin û neguncandina herdûyan li gel yek)).

Berdewamî li dor babetî nivîserekê egerê jêkivebûna xwe digel hevjîna xwe aşikirakir ku, maweyê du heyivane ew û hevjîna xwe jêkivebûne û got: ((hêşta parê parêzerî bi dûmahî nehatedan, û ji ber şermê nikarim biçime dadgehê çunku kesekê beriniyasim)). Herwesan huzanivanekê beriniyas li Duhokê diyardeya berdanê dinav rewşenbîran da bi siroştî li qelem da mîna hemû texên din yên civakî demê diyar kirî, maytîkirina dewruberan karîgerî li ser rewşa peywendiyên me kiriye weku hevjîn, dîsa egerê xîrê ya dûr nebû ji arîşê û got: ((her kesê bi suhbeta min baxive dîtina wî ye yan ez nevêm yan tîgehştin hinde, min di jiyanê da şêwazek heye û yê hej min bike dê min parêze, yên din her yek wek xwe dê şirove ket, bitinê ez xwe bê denik dikem û bitinê wesa dişêm devê wan bidanim serêk û neşêm xwe tuşî çi kêşeyên qanûnî bikim)).

Dîsa huzanivanî behsê pêkulên xwe kirin digel hevjîna xwe daku pêk ve bi rûnin, herwesa ka ewê çidivêt, lê ji bilî biriyara berdanê çi bersivên dî nedan û got: ((ez gelek yê beriniyas bûyim û min di zanî dê bacekê dem çi jîkivebûn be yan fihêtî bin)). Li dûmahiyê dadiwerê yekê yê barê kesî xoyakir ku, ji bilî ew egerên me diyar kirîn, rewşenbîr hindek hêcetên dîtir di kene eger bo babetê sikaleya berdanê mîna hebûna arîşeyan, ne girîngî bi xêzanê, dîsa ne rêzigirtin li kesayetiya hevdu.

Heyfa Doskî

 

(Ewro)

Back to top button