Leşkerê Sûriyeyê stadyûmên fûtbolê dike zîndan
Li gor çavkaniyên rêxistinên mafê mirovî, hêzên leşkerê Sûriyeyê bi tang û topan bi ser bajarên sûrî de digirin û bi sedana xelkê sivîl girtine.
Li gor rêxistinên mafê mirovî hêzên çekdarên leşkerê Sûriyeyê stadyûmên fûtbolê li bajarên Baniyas û Deria kirine zîndan û bi sedan kesên sivîl tê de zîndanî kirine.
Li gor şahidên bûyer bi çavên xwe dîtîn radigehînin ku ji roja şemiyê, roja hêzên leşkerê sûrî daxilî nav bajêrê Baniyas bûyîn, heta nuha girtina xelkê sivîl li bajarê Baniyasê berdewam e û heta noke zêdetir ji 400 kesî hatîne girtin.
Weke tê zanîn leşkerê Sûryeyê şerekê mezin bi tang û topan li dijî xwenîşandanên bajarên sûrî destpêkieiye û her roj bi ser çend bajaran digirin. Bajaran dorpêçdikin, av, kareb û rêyên peywendîkirinê li ser bajaran qut dikin û paşî leşekr dest bi giritina xelkê sivî dike.