
Piştî ku doh bi şev li encama êrîşa terorîstan ya li ser sengerekî Pêşmerge û rûbirûbûna hêzên Pêşmerge û terorîstên Da’îş li tixûbê bajaroka Kuleco li Germiyan dû Pêşmergeyên ser bi Lîwaya Pêncê Piyadeya Wezareta Pêşmerge yên bi navên Îsmaîl Faris Resûl û Sûrkêw Heme Reşîd Parezanî şehîd bûn.
Îro malbatên wan her du şehîdan biryarê dan ku şîn û taziyeya wan şehîdan ji ber rêkarên Wezareta Tendirustiya Kurdistanê ya li dijî belavbûna şewba Korona taziyeyê daneynin. Her wiha dawxaz ji kesûkarê xwe dikin serdana wan nekin.