Polîtîk

Serok Barzanî: Pêwîste Daîş bê ji navbirin

Serok Barzanî di derbarê şehîdbûna du Pêşmergeyên li bajaroka Kuleco de, peyamek belav kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde şeva derbasbûyî li encama êrîşa terorîstan ya li ser sengerekî Pêşmerge û rûbirûbûna hêzên Pêşmerge û terorîstên Da’îş li tixûbê bajaroka Kuleco li Germiyan dû Pêşmergeyên ser bi Lîwaya Pêncê Piyadeya Wezareta Pêşmerge yên bi navên Îsmaîl Faris Resûl û Sûrkêw Heme Reşîd Parezanî şehîd bûn.

Pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên serbilindên şehîdên şeva derbasbûyî ya Kuleco dikim û xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Ev cûre êrîş belgeyeke rûne li ser wê yekê ku terorîstên Da’îş xwe rêkxistine û gefeke berdewamin li ser asayîş û jiyana welatiyan. Her ji bo wê yekê jî pêwîste ji navbirin û nehiştina terorê wekî ewlewiyetekî serekiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan bimîne.

Mesûd Barzanî
08.04.2020

Back to top button