Civak

Li Kurdistanê lîjneyek ji bo hevkarî kirina hejaran hate pêkanîn

Zekiye Seyid Salih Yarîdederê Wezareta Karubarê Civakî behsa plana hikûmetê ya ji bo hevkarîkirina xelkê hejar û kêmderamet û karkerên rojane dike û dibêje li qonaxa niha de lîjneyek ji bo vê mebestê hatiye pêkanîn.

Her wiha Zekiye Seyid Salih dibêje: “Wezareta Kar û Karubarê Civakî li çend aliyek ve kar ji bo hevkarîkirina welatiyan dike. Li vê çarçêweyê da me hejmarek pêşniyazan daye Serokayetiya Encûmena Wezîran bo wan kesên ku hejarin û pêwîstiya wan bi hevkariyê heye”.

Berdewamiya axaftina xwe de got: “Me daxwaz kiriye pêdiviyên malbatên kêmderamet bê dabîn kirin, ewe jî bi dabînkirina xwarin yan jî dabeşkirine hinek pereyan ji bo kêmderametan. Lîjneyeke sê kesî jî li ser vê babetê pêkhatiye û Wezîrê Karubarê Civakî jî têda endame”.

Back to top button