Polîtîk

Silêmanî ji nakokiya YNK û PKK difetise

Rêveberekî Tevgera Gorran daxwaz dike bajarê Silêmanî û navçeyên din ên deverê nebin qurban bo milmilaneya navbera YNKê û PKKê de.

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Cebar Mela Emîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’YNK siyaseta xwe guhertiye û ji bo berjewendiyên xwe dixwaze xwe nêzîkî Tirkiyê bike, ji ber wê destpê kiriye binkeyên Tevgera Azad daxistiye. Herçend alîgirên YNKê bi vê yekê nerazîne jî lê rêveberiya YNKê ew kar kir. Ya din jî her partiyeke siyasî li neyar û dagirkerên kurd nêzîk bibe, di pêşerojê de ew partî ziyanê digehîne xwe. Bê guman YNK jî ji ber xwe nêzîkî Tirkiyê dike dê ziyan bibîne.’’

Herwaha got, ji ber milmilaneya siyasî ya YNKê ‘’Xelkê bajarê Silêmaniyê westiyan û bajar jî fetisandin. Li gor bajarê Hewlêrê xizmetên pêwîst bo Silêmaniyê nehatine kirin.’’ Û got: ‘’Silêmanî bê projeya xizmetkariyê ye. Herçend bajar fêrî wan milmilaneyên siyasî ye jî, lê pêwîste YNK û PKK û partiyên din jî Silêmaniyê nekin qurban bo milmilaneya xwe ya siyasî.’’

Cebar Mela Emîn got: ‘’Xelkê bajarê Silêmaniyê hişyar e. Dibe ku dema wê jî hatibe rûniştvanên bajar helwêstê xwe li hember YNKê nîşan bidin. Yan jî bibêjin hûn çima waha danûstanê li gel me dikin û çima milmilaneyên xwe tînin nav bajarê Silêmaniyê?’’

Back to top button