Civak

Şideta li dijî jinan şideta li dijî morvatiyê ye

Bi minasibeta roja cihanî a berhingarbûna şideta li dijî jinan û bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, kampaniyaya 16 rojiya berhingarbûna şideta li dijî jinan li Hewlêrê dest pê kir.

Di marasimê de ku, hijmareke wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, parlamenterên Îraq û Kurdistanê, nûnerên welatên biyanî yên li Hewlêrê û hijmareke zêde ya rêxistinên mafê jinan û çalakvanên warê parstina mafê jinan amade bûn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û tê de tekîd li ser wê yekê kir ku, bikaranîna şidetê li dijî jinan ango bikaranîna şidetê li dijî xêzan û civakê ye û ew pirs ne bi tenê pirsa jinan e. Desthilata siyasî li herêma Kurdistanê pirsa parastina mafê jinan û nehêlana şidetê li dijî jinan li pêşiya karên xwe danaye û bi baweriyeke mokim kar li ser wê acendayê dike çunkî ”dabînkirina aramiya xêzanê deriyê aramiya civakê ye.”

Barzanî got ku, şideta li dijî jinan şideta li dijî mafê mirov û morvatiyê ye û tekîd kir ku, ji bona berhingarbûna wê diyardeyê saziyên hikûmetê di nava xebatên berdewam de ne.

Tevî bilindnirxandina rola dadgehê û zanayên ola îslamê li Kurdistanê di warê barhingarbûna şideta li dijî jinan de, Nêçîrvan Barzanî gilî jî li beşek ji wan her du saziyan kir ku, hindek caran ji pirensîpên sereke yên kar û sîstema hikûmeta herêma Kurdistanê derdikevin. Divê di sazîyên hikûmetê û nawendên biryardanê de jinan zêdetir rol hebe.

Hikûmet ji bona dabînkirina dadweriyê (edaletê) dixebite û di vê çarçoveyê de hikûmeta herêma Kurdistanê yasaya barê kesayetî guhrî û li gor wê yasayê jin kuştin li herêma Kurdistanê weke her kuştineke din ceza li ser heye, lê li Îraqê cezayê jinkuştinê cezayekî sivik e.  Hikûmeta herêma Kurdistanê jin bi jin, zewaca bi zorê û sinetkirina jinan li Kurdistanê qedexe kiriye. Damezrandina civata bala ya xaniman û konseya çavdêriya malbatan û rêveberiyên polîsan bo dijayetîkirina şideta li dijî jinan wê yekê îspat dikin ku hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi vê pirsê dide. Ew sazî berdewam kar ji bona parastina aramîya xêzanan û jinan dikin û pêwîste hemû alî wan çalakiyan bi çavê rastiyê bibîn in, bi taybetî cîbicîkirina yasaya berhingarbûna şideta li dijî jinan ku, par sal ketiye warê piraktîkê de.

Nêçîrvan Barzanî got:

– Bi awayekî giştî, tevî komeke destkeftiyên baş di warê qanûnî û stratejîk de ku bûne sedema kêmbûna şidetê û guhrînên erênî di nav civakê de, herêma Kurdistanê divê girigniyê bi van xalên li jêr bide:
1- Hevahengî û biherekarkirin  ji bona cîbicîkirina yasa, biryar û siyaseta hikûnmeta herêma Kurdistanê.
2-  Şiyan û profesyonalî di karkirinê de.
3- Zêdetir beşdarîkirina jinên jêhatî di postên biryardanê de.
4- Zêdetir hevkarî û fînansekirina  rêxistinên aktîv û çalak yên ku bi kiryar piştgiriya yeksanî û edaletê dikin.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyva xwe de tekîd kir ku, pirsa binbirkirina şideta li dijî jinan  pirseke piralî ye û pêwîstî bi zêdetir hevkariya tev grûp û katagoriyên civakê, ji rêxisitnên nehikûmî, saziyên ragehandinê, mamosteyên olî û rêxistinên navdewletî, heye ku hemû bi hev re ji bo serxistina vê pirsê kar bikin.

Back to top button