Polîtîk

SHK piştgiriya stratejiya Obama dike

Pêşrewiya terorîstan û dagîrkirina beşekî zêdeyê axa Iraqê û êrîşkirina wan ya Herêma Kurdistanê tenê ne tehdîde ser Iraq û Kurdistanê. Ew tehdîd navçe û hemû cîhanê dixe jêr metirsiyê. Teror diyardeyekî cîhaniye û ji navbirina wê jî hewlekî hemû aliyane ya navdewletî û navçeyî pêwîste. Êrîşa Kurdistanê ji aliyê terorîstan ve amajeyekî rûn bû ku ew bi niyazbûn navçeyê bikin skoyek ji bo tehdîdkirina hemû cîhanê û plana tirsnak ya dijî mirovayetiyê bigêrin.

Cihê şanaziye ku Kurdistan li şûna hemû cîhanê li ser qadê û erzî waq’îda bersîva terorîstên Da’îş daye û li ser destê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêşrewiyên wan rawestan û tûşî şikestê hatin. Li vê navberê de yarmetîdan û hevkariya welatên dost cihê pêzanîne û îradeya xelkê Kurdistanê li rûbirûbûna terorîstên Da’îşê bi hêztir kir.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê hemû hewlekî navdewletî ji bo rûbirûbûn û rîşekêşkirina terorê bi bilind dinirxînin û li rûbirûbûn û ji navbirina rêxistina terorîstî ya Da’îş de pêşwaziyê jî li stratejiya Serok Obama dike û bi xalekî werçerxan li şerê dijî terorê li qelem dide.

Lêdana vê rêxistinê li derveyê sînorên Iraqê jî li ser lawazkirin û têkşikandin û ji navbirina terorîstan de bandoreke zêdetir dibe. Li gel ewe da jî pêwîste civaka navdewletî rêwşuwênên pêwîst bigre ber ji ber ku sedemên bi hêzbûna teror û çavkaniyên darayiyên terorîstan nehêle û kar jî ji bo nehiştina zemîneyên fikrî û kultûrî û siyasiyên geş kirina terorê bike.

Koçberbûna sedan hezar hemwelatiyên Êzdî, Mesîhî, Turkmen û rûniştvanên navendî yê Iraqê û nîştecîhbûna wan li Herêma Kurdistanê rewşeke neasayî li Herêma Kurdistanê pêkaniye. Herêma Kurdistanê bi sedema pabendbûna bihayên mirovî û prensîpên pêkvejiyanê yarmetîdan û hewandina koçberan bi erkekî mirovî û nîştîmaniya xwe zaniye û cihê şanaziye gelê Kurdistanê bi sîngekî berfireh himbêza koçber û penaberan kiriye. Lê belê hejmara penaberan û asta karesatan li şiyana Herêma Kurdistanê derketiye. Ji bo wê yekê pêwîste ji bilî li hevkarîkirina bi lez hewla çareserkirina bingehîn li kêşeya koçberan bê dayîn ewe jî pêkhatiye ji vegerana koçberan ji bo navçeyên wan û parastina wan li hemû cûre tehdîdek. Ji bo wê yekê tekezkirina Serok Obama li berdewambûna Amerîka ya ji bo yarmetîdana koçberan û vegerandina wan ya bo mal û warên dîrokî, girîng û karîgere.

Herêma Kurdistanê hemû şiyanên maddî û ma’newî û serbaziyên xwe xistiye ger ji bo şerkirina li dijî terorîstan û têkşikandin û û rizgarkirina navçeyên dagîrkirî û gedeyên xwe kiriye qurbanî û gelek bi destvekirî yarmetiya koçberan daye û bi navê çareserkirina kêşeyan beşdariya proseya siyasiya Iraqê jî buye. Amadehiya tevahî jî ji bo berdewambûna li têkşikandin û ji navbirina terorîstan û hevkarîkirina hemû cûre hevpeymaniyekî navdewletî ji bo rîşekêşkirina teror û yarmetîdana koçberan û vegerandina aramî û mîsogerkirina mafên rewayê runiştvanên navçeyê heye û çareserkirina bingehîna wê giriftê li navçeyê da bûne sedema derketina tundrewî û dîktatorî û nearamî û têkdana asûdeyî ya hemwelatiyan.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

11.09.2014

Back to top button