Polîtîk

Serok Barzanî dîsa li eniyên şer bû

Roja çarşem 10.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana hêzên Pêşmergeyên li bereya rojhilata Dîcle kir, li wê serdanê da ku bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa Pêşmergeyan li sengerên rûbirûbûnê û nirxandina rewşa meydanî ya bereya rojhilata Dîcle bû, Serok Barzanî spasiya xweragiriya Pêşmerge kir û destxweşiyê li helmet û serkeftin û azadkirina navçeyekî berfireha wê eniyê li wan kir.

Li dirêjahiya serdankirina bereyên rûbirûbûnê jî îro pêncşem 11.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana sengerên Pêşmerge li eniya rojavayê Dîcle kir. Li vê serdanê da Serok Barzanî destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman kir ji bo vê serkeftina mezina li çend rojên derbasbûyî de li wan navçeyan bi dest anîne û çend navçeyekî stratejî li terorîstan paqij kirin. Serok Barzanî spasî xweragiriya Pêşmerge kir û wekî zaminê azadiya Kurdistan û parêzerê gel û welat destxweşiyê li wan kir.

Li her dû serdanên eniyên rojhilat û rojavayê Dîcle Serok Barzanî guhda serinc û têbîniyên fermande û Pêşmergeyan û rênimayî û berçavrûniyên pêwîst jî di derbarê rewşa siyasî û meydanî ya bereya dijî bi terorîstan xisterû.

Back to top button