Cîhan

Rapora bijîjkên Kurd a Başûrê Kurdistanê

1
Destpêk:

Di destpêka Tebaxa 2014an de, çekdarên DAIŞ êrîş birin ser herêmên Kurdên êzdî, li çiyayê Şengalê û dest bi qetlîamên mezin kirin. Bi sedan, xelkên sivîl koştin, jin revand, tecawizî wan kirin. Ji koştinên bêhempa yên din, tirs û tevîheviyek mezin li nav xelkî durust bû, li dor 630.000 mirovî bi gewdê xwe û tişta li ber xwe kirî, reviyan, bi ser çiyayê Şengalê ketin, dako xwe ji mirinê rizgar bikin. Peyada 8 rojan birêve ji çiyayê Şengalê bi rê ve çûn, di rêka Sûriya re, ta gehiştin parêzgeha Duhokê, herêma Kurdistanê.
Di vê demê de, ko li herêma Kurdistanê hejmara niştecihên wê 5 Miliyon in, dora 2 Milyonan penaber dijîn, (ev hijmar ji 15.08.2014 ye).
Hukumeta Herêma Kurdistan, hemî tişta ji dest tê û li ber dest heye dike, dako alîkariya vê hijmara zêde ji penaberan bikin. Her tişta li berdest bi penaberan re par dike. Ji Novemberê, sala par, Hukumeta navendî li Bexdayê budceya Kurdistanê birriye û nade, di gel ko li gorana yasayê Hukumeta navendî mecbûr e. Formên din yên alîkariyê ji hêla Hukumeta Iraqê ya navendî ve tune ye. Lewra Hukumeta herêma Kurdistanê debora xwe bi wê hatiya kêm ya ji dergehê sinoran werdigire û ji demeke kort ve, ji hatiyên firotina petrolê, dike.
Kêşeya navîn an jî demdirêj wê ew be, ko hemî pêdawîstiyên xelkê bo jiyanê pêk bên û hêviyeke ayinde bo wan bête dan. Wan gelek tiştên nexweş dîtin, bêhêvî ne û nizanin, gelo wê carekê bikaribin vegerin cih û warê xwe. Eger hat û xaka wan ji destên DAIŞ azad bibe jî, nizanin dê paşeroj bo wan çi bîne. Wan baweriya xwe winda kiriye, ko êdî wan bo demeke dirêj bi hêminî û aştî bihêlin bijîn, ji ber êrîşkerên li devera çiyayên Şengalê, ew niştecihên ereb yên gundên cînar bûn.

Destpêka serkar:
Piştî ev susreta mirovayetî rûda, me wek komela nojdarên Kurd li Elmaniya di cih de serederî kir û bi hevalên xwe re, yê kongira nojdarên Mezopotamiya re ketin têkiliyê û li seranserê cîhan daxwaza alîkariyê kir. Her ji hefteya yekem ve şandek ji 10 bijîjkan ji Elmaniya, Swêd bo alîkariya lezgîn hate amadekirin û bo başûrê Kurdistan hate hinartin. Di pey danana pereyên bexşandinê, careke din şandeke din hate amadekirin, ko li wir bin û wê bêhinvedana xwe ji bo wê werbigirin, ji cihê karî.
Di gel encumana êzdiyan MEDEOR (www.medeor.de) me helkewteke derman rêk xist û (3,5 Ton) gihane balefirxaneya Hewlêrê. Pey kontrolkirina wan, ew derman bo imbara derman li Duhokê hatin hinartin.
Hijmar û fakten ko ji hêla nivîsgehat Tendurustî li Duhok:
Li gor agahiyên rêvebirê Duhokê yê tendurustiyê li Duhokê, li 25.08.2014, hijmara penaberan gihaye 1,2 Miliyon, ko hijmara xelkê parêzgehê 1 miliyon dijî. Niştecihên vê parêzgehê li 4 bajarên sereke ne, (Bajarê Duhok 600.000, Zaxo 190.000, Akrê 150.000, Maxmur 50.000).

Dor 630.000 ji wan penaberan di van herdû hefteyên dawî gehiştine herêmê. Di gel penaberên êzdî yên Şengalê, turkmen, xeristiyanî û ereb jî hene. Di hefteya yekem de, bêhtirîn ji wan penaberan cihê vehewandina wan nebû û li derve diman. Wan hemî tişt hêlan û bi çermê xwe reviyane. Dor 90% ji 630.000 aware, di 14 rojên dawî de, di dibistanan, yarîgehên werziş û kampan de, vehewiyane. Niha hijmarek kêm di kampên kovî de dijî. Ev wek kampan in, ko ji hêla penaberan bi xwe ve, li devereke vala hatiye çêkirin. Di van 4, ta 5 rojên bihên da, dê çend kampên penaberan yên din bêne avakirin, dê têra vehewiyana ji 15.000 – 20.000 Mirov bikin. Parêzgeh 110 turumbêlên nexweş yên hawarhatinê hene. Ji wan 84, eve sê hefteyan bêetlayî seranser 24 demjimêran kar dikin. 10 turumbêlên din, ji bo kar bilez hatin xwestin. Hîn 64 turumbêlên hawarhatinê(Ambulans) pêdivî ne.
kampên li derveyî cihê terxankirî
2
Her roj, bo nimûne, kampa Dêrebûnê, 1 Ton derman bikar têne. Di imbara dermanan ya Duhokê de, derman li ber destan nema ye.
Ji bo çareseriyên tendurustî bi lezgînî 15 Mil US$ pêdivî ne. Lîsteyek bi navê dermanên pêdivî hatiye amadekirin.
Ji destpêka pêla penaberiyê de, beriya 3 heftiyan, li parêzgeha Duhokê 68.366 aware hatine dermankirin. 122 aware pêdivî emeliyatan bûn (Hijmara mezin ji wan zarok bûn). Yên li nexweşxanan man û hatin dermankirin, 1393 aware ne.
Navên Şandeya bijîjkan:
Delegasyona me ji 10 Bijiskan, ji Ingiltere, Swed, ALmanya u Kurdistan Bakur pêk hat. Di delegasyonêda her us ajî 3 hemsire, pisporeki dermanan u pisporeki ekonomiye û sê mirovên qanala televizyona 2. ya Almanan cih girtin bûSerokê Komelen Ezidiye ALmanya ji ligel me bû.

Geşt
Piştî bi balefirê ji Elmaniya, em bi şev ji Duşembê ser Sêşembê 18./19. Tebaxê gihan Diyarbekirê li bakorê Kurdistanê/Turkiyê. Di grûpa Hannoverê da, ji bilî sê bijîjkan, 3 karmendên taximê TV ZDF û serokê navenda encumana êzdiyên Elmaniya rêzdar Telim Tolan jî hebû. Li Diyarbakir bijîjkên din ji Elmaniya û bijîjkeke jin ji Ingêltera bendewarê me bûn.

Kampa penaberan li Diyarbakir-Turkiya
Me bihîst, ko li dora 1000 penaber î gihane Diyarbakir ê. Ew li ser çar kampan de, li dibistan û yarîgehên werzişî de belav bûn. Roja din li Diyarbakir, me, seredana kampa penaberan li Sümerpark (Technolojî-û navenda jîngehê) kir. Li wir 400 penaber li yargeheke kilîmatekirî girtî de hebûn. Ji dema destpêka hatina wan penaberan ve, hucreya bijîjkan û saziyên kar yên tendurustiyê li Diyarbekir, rojê 24 demjimêran bo xizmetguzariya tendurustî amade ne.
Amadekirina kar li Diyarbakir û berew bi dergehê sinor ve li Ibrahîm Xelîl /Habur
Di 19 Tebaxê de, me derman bi bihayê 24.000 US$ kirî, bo pêdiviyeke lezgîn digel xwe bir. Mutehedên derman, fêda xwe wernegirtin û ji dêvla wê jî tenê 6.000 Euro ji me wergitin. Hinek ji wan xerciyan û alîkariyê ji hêla KOMKAR ve bûn û hinek me bi xwe dan.
Êvarê, em li hucreya bijîjkên Diyarbekirê 34 bijîjkên Kurd gihane hev, ko ji gelek herêma hatibûn û me pêk ve planeke kar danî. 250 kesî xwe bexiş kirin, ji wan 150 bijîjk û 100 pisporên tendurustiyê bûn. Piştî bêhinvedana havînê, dê hijmar bigihe dor 400 pisporê tendurustiyê.

Roja Çarşembê li 20.08.2014an, em, 15 kes digel dermanên me kirîn, berev bi Irakê ve çûn. Pey 7 demjimêran me sinor derbaskir. Li aliyê Kurdan, em ji hêla rêvebirê tendurustiya Duhok, Zaxo û çend nojdarên din hatin pêşwazîkirin. Ew gelekî bi gihana me kêfxweş bûn.
Di roja yekem de, me seredana kampa Dêrebûnê, li Zaxo, ko 31.500 penaber tê de hebûn kir û agahiyên giştî wergirtin. Di rojên din de, me xwe belav kir, bi hemehengî di gel tîmên heyî. Em bûn 5 tîm li kampên cuda belavbûn, li 3 nexweşxaneyên Zaxo û bi piştgiriya yekîniyên tendurustiyê me dikarî awareyan derman bikin û li rewşa wan binêrin.

Her nojdarekî, dikarîbî çavdêriya ji 250-300 nexweş î bike. Di van rewşên weha de, pêdivî ye nojdar hemî beşên bijîjkiyê bizanibe. Me gelek kes, ji temenên cuda dîtin, ko gelek nexweşî li wan hebûn û di rewşeke nebaş de bûn. Yên gelekî ji ber revê êşiya bûn, zarok bûn. Gelek ji wan zarokan bi zikêş, zuhabûn û rebwê(Bronşîd) ketibûn. Germahî li Başûrê Kurdistanê
3
45°C ye û bi şevê digihe 20°C an. Ev ferqa germahiya rojê û êvarê di gel nebûna doşek, lihêf û cilan, kêşeyên tendurustiyê çê dike, mîna Bronşîd û Exsikkosé.
Mezinan pêdivî bi dermankirina nexweşiyên kronik, mîna qelsiya dil, şekir, zexta xwînê ya bilind, qelsiya gurçîlan, Rheuma, sistiya hestiyan yên ji ber sedema çend rojan, tirs, tîbûn û birçîbûn, revê û bêdermankirin peyda bûbû.
Ji ber derman gelek nîne, ew mirovên bi êşên giran in, nikarin tedawî bibin. Lê divê em bibêjin jî, ji bo vê pêla awarebûnê, bi vê hijmara gelek, kesekî xwe jê re amade nekiribû û ya diwem jî, wek me li jor nivîsî, ko Hukumeta navendî, eve ji Novembera 2013an ve, budceya Hukumeta herêma Kurdistan rênekiriye.

Kampên penaberan
Li dema em gihan kampa Dêrebûnê, li 20.08.2014 dora 31.000 penaber têda vehewiyane. Nîvê wan di 2 rojên di pey re bo kampeke nû, ko hatibû çêkirin, hatine veguhestin. Li wê kampê navendeke tendurustiyê heye. Li wir 2 nojdar, 2 tendurustzan û dermanger kar dikin.
Ew navend ji 2 joran pêk tê. Di odeyekê de, nexweş tête fehes kirin û derman kirin û li oda din ji bo dana derman û çavdêriya rewşa yê nexweş e. Elektrîk jî li Kampê heye.
Her nojdarekî rojê hemen 250 nexweşî dibîne. Rewşa qedandina destavan gelek xerab e û doşek û lihêf jî kêm in.
Li nêzîkî wî cihî, li çolê hinek bicih bûne û ji xwe re wek konan danîne. Li nêzîkî wê deverê, bi 3 Km, di nav sinorê Turkiya de, kampek li wir ji bo Turkmenan tête avakirin, ko têra (40-50) malbatî dike.

Kampa Xanikê
Xanikê dora 35 Km ji Duhokê dûr e. Li Xanikê dora 60.000 penaberî bi cih bûne, lê li Kampê dora 20.000 bi cih bûne. Yên din li ba kes û karên xwe ne, an jî di dibistan, xaniyên pirîvat û xaniyên vala de ne.
Li navend tendurustiyê 7 nojdar kar dikin, hinedek ji wan pispor in jî. Ev navend mezintirîn navendên tendurustiyê ye, di nav hemî kampan de. Li kêleka wê navendê cihekî Mobile, ji 2 nojdar û 2 tendurustzanan pêk têt, bo dermankirinê heye. Yên xwedan nexweşiyên giran, bo navenda kampê têne hinartin. Her nojdarek rojane, li dor 250 nexweşî derman dike.
Li vir jî cihê destavan kembax e. Kehrêz nîn in. Ew destav di coyan re derkeve. Bitaybetî, rewşa jinan gelekî xerab e, ji ber hişmediya koltûrî û şerman.
Di wan konên pêdivî bû, em, bibînin, her tişt kêm bû. Xwarin û av jî hindik bû. Ji ber kêmasiya avê, penaber nikarin xwe bişon. Ji xwe kêşeyên pakijiyê. Xwari ji mitvexeke central tê belavkirin. Gilêş, rojê carekê tê avêtin. Digel vê hijmara gelek, ji xwe wê gilêş gelekî diyar be.

Kampa Şariya
Ev kamp 20 km ji Duhokê dûr e, li derdora Şariya ye. Di kampê de 12.000 aware hene, lê 13.000 ên din li derdorê, di xanî, ba xizman, dibistan û di bin xaniyên neçêkirî de ne. Ew yên ne di kampan de, kêşeyên avê û pakijiyê gelek hene. Li nav Kampê jî, di gel ko karmendên Hukumetê karekî zor dikirin, lê kem û korî gelek bûn.
Li navenda tendurustiyê 2 nojdar hebûn, 2 nojdarên diranan û hinek tendurustzan jî. Rojane, 800 mirov dihatin feheskirin. Rojane her nojdarekî li 260 nexweşî dimeyzand. Eger pêdivî hebûya, nojdarên din dihatin hinartin. Eger nexweşên pêdivî nexweşanan hebûna, ew dihinartin nexweşxaneyên nêzîk. Li navendê 8 text bo çavdêrî û dermankirina nexweşan hebûn Ji ber pirbûna nexweşan, derman kêm bû.
4
Li wir turumbêlên amade, yên 6 nojdarên bêsinor hebun, wan jî li wan kampên beriyê, xelk derman dikirin. Li ser daxwaza UNO, pêdivî ye, kampek bo 20.000 hezar mirovî bête avakirin.

Kampa Bacide Kendala
Li wir 2 Kamp hene, Bacide Kendala I û Bacide Kandala II. Ew yên di kampa Bacide Camp II de, 16.000 aware ne, ji Dêrebûnê hatin. Di kampa Bacide I, ko li wir wê kamp, bête avakirin, 20.000 aware hene. Eve 18 roj in, ev kamp heye.
Navenda tendurustiyê ji 3 Kontêna pêk tê û rojê li 800 mirovî dinêrin. Her roj, nojdarek, an jî 2 û 34 Tendurustzan li navendê kar dikin. Tendurustzan jî hemî xelkêd Şengalê ne û xwebexş kar dikin. Rojane 500 kes huqnê distînin. Li destpêka rêza konan henefiya avê heye, di gel wê jî nebese. Ji xwe sanîter, gelek keşe hene. Cihê destavan jî di rewşeke xerab de ye.
Zarok di ava nepakij de dilîzin. Hemen hemen tazî ne, gelek ji wan pêlav jî nînin.

Navenda Zaxo
Li devera Zaxo dora 170.000 aware hene. Gelek ji wan, li bajarê Zaxo ne. Hijmar bi esehî nînin, ji ber heroj gelek bi ser ve zêde dibin.
Penaber di hemî dezgehên mîrî û hukomî de, ji dibistan, yarîgehên werzişê bi cih bûne, di bin banên bidawînehatî ve, di parkan de, dukanan de, xaniyan de, hene, ko dijîn. Kêşeyên gelekî mezin, yên wan awareyên derveyî kampan de, dijîn. Karmendan, li nêzîkî wan deveran sehrîcên avê danîne û Tewalêt jî çêkirine.
Yekîniyê tendurustiyê yê gerok karê xwe li wan deveran dikin. Penaber dikarin, her dema bixwazin seredana 3 nexweşxaneyan bikin, dermankirin bêpere ye.

Ba’adrê
Ba’adrê 40 km ji Duhokê dûr e. hijmara mirovên lê dijîn11.000. in, lê 25.000 aware hatine nav. Penaber li nav malan û dibistanan bi cih bûne. Li vir jî kêşeyên doşek, lihêf û xwarinê û vexwarinê heye.
Li navenda tendurustiyê 2 nojdar û 30 tendurustzan yarmetîder kar dikin. Rojane, normal 75 kes li wan dihate nêrîn, lê niho 250 nexweş, rojane. Li vir kêmasiya dermanan heye.

Laleş
Laliş perezgeha êzîdiyan e. Normal, li Lalişê 20 mirov dimînin, lê niho 2500 penaber li dimînin. Li wan hemî jorên vala mirov dimînin û mitvexek heye, xwarin lê çê dikin û belav dikin. Kêmasî li vir jî di doşek, lihêf cil û xwarinê de heye.
Li wir textek û dermanxanek heye, eger pêdivî hebe, nexweşan bi turumbêla Hawarhatinê dibin Duhokê.
Bexşîna tiştan bo 1200 zarokî
Tişta li ber çav, ko zarok bê pêlav û cilên guncayî hene. Vê hêla em biryareke ji nişka ve di 23.08.2014an de bidin, ko 11.000 US Dollar ji 1200 zarokî re, pêlav, lîstik bikirin û kampên cuda belav bikin.

Istismar û pêkanîna karan:
Piştî axaftinê bi penaberan bi xwe, bi berpirsên re kampan re û nûnerên êzdiyan re, me biryar wergirt, em, digel berpirsên herêmê istismarê di van karên jêr de, bo xizmeta penabera ji pereyên alîkariyê yên bi me re bikin:

5
1. Di sê kampên ko bêne avakirin de, (ji du ta sê rojan wê avakirina wan bidawî bihêt) Em ê her kampekê 3 Kontêner, ko her yekî 18 m² bo yekîneyên xizmeta tendurustiyê danin. Wate wê bibin 9 Kontêner ên bi hemî pêdiviyan ve, amade û wê biha dora 67.500 US Dollar be.
2. Sê kontêner bi sarincê (dor ji 18-20°C) 2 kontêner ji bo cemidandina ta bi 4°C, ji bo imbara dermanan. Em ê mesrefa wê ya 82.000US$ bi xwe bidin. Di van In diesen Containern werden auch Impfstoffe gelagert.Kontêneran de, dermanê Vakslêdanê jî tête imbarkirin.

3. Em ê du turumbêlên gerok yên ji bo diranan bikirin û li nav kampan bikar bînin. Ev turumbêlên gerok, wê ji hêla hevalekî me ji Duhokê, bête dan bo çêkirin, digel turmbêleke niştecihbûnê. Me yekîneyên wisa dîtin û em kêfxweş bûn. Ew biraderê me, di hundurê 1 hefteyê de wan herdû turumbêlan amade bike. Bihayê wan, 31.000 US –Dollar e û ew ser şanê me ye.

4. Di hinek kampan de, baş e destavên taybet bo jinan bêne avakirin û cih bo şuştina jinan û cilşuştinê jî. Ev jora şuştinê xwedê giravî ji bo destava jinan e jî, ji ber şermîniya ko jin li destavê digerin. Bihayê wan dibe 12.000 US$, em vê jî bi xwe digrin.

5. Mesrefên din, di warê alîkariya mirovahiyê ye, wek Betanî, cil, Kevçî, dermanê şuştinê û pakijkirinê. Biha wan, em ê, nêzîk bizanibin.

6. Lîsteyek ji bo nojdaran tête amadekirin, dako biraderên Europa û bakûrê Kurdistanê, bo xizmetê bi hev ve girêde. Bêhtir nojdarên pispor, yên zarokan, jinan, internîst, Neurochirog, yê hestiyan, gelekî pêdivî ne.
7. Ji Diyarbakir bi bihayê 24.000 US$ derman hate kirîn û hate birin. Me ji bo wan dermanan tenê 6000 Euro dan

( Binêre : amadekariya xizmetê, R.2 ).
8. 2 Ton di rêya MEDEOR de, ji Elmaniya bêpere dane me. Eve jî bêpere gihane Erbîlê û piştî feheskirinê bo Duhok hate hinartin. Ew bû sedem, ko em êdî derman nema bikirin.

9. Ji bo hinek seqetên penaber korsiyekî meşê, 4 kopalê senedê û 3 gopalên birêveçûnê hatin kirîn û dan.

10. Bi 11.000 US Dollar ji 1200 zarokî re, cil, pêlav û lîstik hatin kirîn û li Kampan hatin belavkirin.

11. Di civaka êzdiyan de Feqî hene, ko tenê di xizmeta Olê de ne. Feqî kirasên Sipî û taybet(xerqe) li xwe dikin û ji ber tenê bi cilê li xwe reviyan, me ji wan re, bi 3.500US$, 250 kiras dane dirûtin û kirîn. Ew pere jî, di .01.09.2014an hatin rêkirin.
Mesrefa me, ta bi 01.09.2014 an de, giha 237.500 US-Dollar î. Me ferman da ji bo yekîniyên tendurustiyê li kampê bo sarinc, kontênera cemidandinê hate dan û pere jî di 01.09.2014 an de bo cihê pêwendîdar hate veguhestin. Em dikarin, karekî serketî bi encam bidin, dema em bi berpirsên pêwendîdar yên li cih re kar bikin.

Karê ji 26.8.-01.09.2014 li Duhok:

Di 26.8.2014an de, hevalên me kar li kampa penaberan li Şariya û Xanikê bi wan hate sipartin. Me li wir, alîkariya hevalên xizmet dikirin, kir. Her yekî ji me 150 nexweş tedawî kirin.
6
Di 27.08.2014 xizmeta me li devera Ba’adrê û Laliş bû. Li wir, di cihê xizmeta tendurustiyê de, me li 200 meyzand û dermankir. 2 Tîm çûn penaberên li nav malan dermankirin. Li wir, gelek mirovên seqet hatin dîtin û fehes kirin. Ji wan nexweşên pêdivî tiştên taybet in(Seqet), korsiyek, 4 gopalê parastin û 3 yên alîkariya birêveçûnê hatin kirîn û dan.

Ji 27.08.2014 sê hevalên me, li wê deverê ma û carê diçûn nav kampên derdora Duhokê, nexweşanan û iyadeyên doxtorên diranan û karkirin. Di vê demê, 2 hevalên me ji Swêdê niha li nav kampan kar dikin.
Vedenga Mediyayê

Televîziyona elmanî ZDF di gel şanda me bû û di heftiyekê de, 6 raport di nûçeyên xwe yê sereke de, mîna Heute, Heute Journal, Morgen Magazin û Mittagsmagazin pêxiş kirin.
Gelek Radio, mîna N-Joy, SWF, Deutsche Welle, NDR, Antenne Niedersachsen dîdar kirin. Gelek rojnameyan li dora karê me nivîsîn.

Karê pêdivî û perspektîvên paşerojê: Serokê Hukumeta herêma Kurdistanê ferman da, ko hemî karekî din di pey bicihkirin û xizmeta penaberan de tê. Her kes li wir, di bizavê de ye, bo peydakirina pêdiviyên penaberan. Xelkên deverê jî her tişta ji dest wan tê xizmetê dikin.

Guman tê de nîne, ko kêmasî hene, lê bi giştî em dikarin, pesnê karê karmendan bikin, bo xizmetpêşkêşkirinê bo penaberan, di hefteyên dawî de. Em di wê baweriyê de ne, eger ev hijmara zor ji penaberan bi ser de bihata, dê ji taqeta wî bêhtir bûya. Zehmetiya herî mezin, dê ew be, ko van hemî kesan bi kêşeyên wan yên civakî û derûnî ve, bi rêkûpêk bi rê ve bibin. Kar, dibistan, hêvî û perspektîv bo wan pêdivî ne. Ev xal giringtir û zehmetir in ji rewş lezgîn. Tedawiya derûnî bo wan mirovên ew qetlîam dîtîn û trauma bi wan re çêbû û vehewandina zarokên sêwî mane, karekî herî zor e. Ji ber gelek êzdî li Elmaniya hene, eger wan adepter bikin, dê bibe sivikahiyek. Ji ber zivistan li ber dergeh e, eger ev penaber bikevin nav xaniyên amadekerî (Kontêner), dê gelek baş be. Li vir piştgiriya navnetewî ya lezgîn giring e. Wezareta tendurustiyê ya Hukumeta herêma Kurdistanê, daxwazek kir ji bo alîkariya derman, ko bêyî wê xizmeta tendurustî nikare bête kirin. Li vir pêşe saziya dermanî dikare alîkariyeke baş be. Her tişt ji penaberan kêm e. Penaber bilez pêdivî lihên, doşek, cil, aman û amarên xwarinê. Pedivî ye derfet peyda bibin, dako zarokên penaberan bikaribin biçin dibistanan. Ew dibistanên, ko mecbûr bûbûn cihê vehewandina penaberan, li bajaran, pêdivî ye vala bibin û zarok herin dibistanên xwe. Europa jî pêdivî ye, mijûlî wê hindê be, ko hinek ji wan penaberan bigire nav xwe.

Dermankirina birîndaran jî, pêdiviye li Elmaniya bête guftûgokirin, ji ber, hemen hemen, li welatên cînar xizmetguzarî mehal e.
7
Em bi karmend û biraderên li deverê di têkiliya berdewam de ne û li gorana alîkariyên tên, emê karên pêdivî bikin. Wilo jî em dikarin beşekî ji dermanê Vakslêdanê, derman û alîkariyên mirovahî fîneze bikin û bigihînin.
Hannover, 02.09.2014
Yekitiya Bijîkên Kurd li Elmaniya e.V.
8
Hin wene ji bo nisandana drama
Weneyên revê (Wene ji Navid Kermani)
Weneyên revê (Anonim)
Zarokeki 2 Sali ligel Prof. Bektas ku bavê di ber cavê wida hatiye kustin u dayika wi ji hatiye revandin.
9
Kampen bê plan
Ligel havkariya MEDEOR û Zentralrat der Yeziden in Deustchland e.V. me 3,5 ton derman birin Kurdistane.
Navenda Tendrûstiyê Kampa Penaberan li Dêrebûnê
10
Wenyen ji Kampa Xanikê
Wenyen ji Kampa Sariya
Wenyen ji Kampa Bacide Cendala
Kampên di bajarê Zaxo li parkekî û di insaateki Poliklinik li Ba’adre
11
Lalis u navenda tendrûstiye Bijikeki kurd zarok
Cil u sol ji bo 1200 zarokan
7 kesen bi handycapra aleten alikari hatin girtin.

 

Wegera ji Almanî ji bo Kurdî: Tengezar Marînî

Têbinî:

Ev raporta bijîkên kurd, yên 15 rojan di nav awareyên Shengalê de, karê xwe kirîne.
Ev raport bi elmanî bû û Prof. Dr. Hüseyin Bekas, dabû serokwezîrê iyaleta Niedersachsen û min ew ji Elmanî bo kurdî wergerand.
dako xwendevan ji çalakiyan agahdar bibin û bibe navtêdanek, her kesê bikaribe tishtekî bike.
di gel rêzên min
Tengezar Marînî

 

Back to top button