SHK bi tundî terorkirina Kawa Germiyanî şermezar dike
Şeva pênçşem 05 kanûna duyema 2013 rojnamevan Kawa Germiyanî li ber mala xwe li bajarê Kelar hate şehîd kirin.
Ev nûçeya diltezîn me hemûyan azar da û gelek bi tundî vê tawana nemirovane şermezar dikin. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe bi malbat û kesukarên şehîd Kawa Germiyanî radigihînîn. Daxwaz jî ji Hikûmet û hemû aliyên peywendîdaran dikin ku bi zûtirîn demî tawanbarên vê kirdarê peydabikin û radestî yasa bikin û sizaya wan bidin.
Nabê bi tu awayekî teror û kuştina xelkê bêtawan û rojnamevan li welatê me de hebê. Eve ji bilî wê yekê dibê sedema azardana xelk û têkdana aramiya welat û bexteweriya hemwelatiyan, bandoreke gelek xerap jî li ser nav û dengê Herêma Kurdistanê dibê. Pêwîste yasa serwer bê û azadî û bexteweriya xelkê bê parastin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
06.12.2013