Kuştina rojnamevan Germiyanî başûrê Kurdistanê hijand
Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî şermezar dike û daxwazê ji aliyên peywendîdar dike ku, dûvçûnê bo wê bûyerê bikin û bikujan eşkere bikin.
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de sersaxiyê li malbata xwedêjêrazî Kawe Gemiyanî dike û dibêje:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê kuştina Kawe Germiyanî şermezar dike û hemû awayên destdirêjiyê bo ser canê hevwelatiyan pirotesto dike. Em daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku, li ser wê bûyerê dûvçûnê bikin û bikujan eşkere bikin daku cezayênxwe yên qanûnî werbigirn.
Weke tê zanîn Kawe Germiyanî sernivîskarê kovara Rayel bû ku, li Gemiyanî der dikeve û şeva borî hindek çekdarên nanskirî êrîşî der mala wî kir û di mala wî de kuştin.
serokatiya herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê kuştina rojnamevan Germiyanî şermezar dike. hemû aliyên siyasî û civakî wê bûyerê şermezar dikin û dixwzazin bikuj bên diyar kirin û bên mehkeme kirin.
Rojnamevan Kawe Germiyanî di kovara xwe Rayel de hikûmeta herêma Kurdistanê bi berdewamî rexne dikir û bi taybetî wî gelek Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê rexne dikir ji berhindê gelek aliyên sivîl YMK bê tometbar dikin daxwazjê ji YNK dikin wê bûyerê ji raya giştî re zelal bike.