Civak

PKK/PYD sîstemek totalîter ava dike

Piştî ku Peymana Lozanê  Kurdistan parçe bû û parçayê biçûk – Başûrê Rojavayê Kurdistanê- ket bin desthilatdariya Sûriyeyê. 
Hezar mixabin piştî li Rojavayê Kurdistanê desthilatdariya Dewleta Sûriyeyê ava bû, sîstemek di bin kolonyalîzmê re li Kurdistanê hat ava kirin.
Neteweya Kurd ji hemû mafên xwe yên milî bêpar bû û li welatê xwe jî hikumran û desthilatdarî bi hemû babetan wenda kir. Ket bin zulm û zordariyek  nemirovane. 
Kurd wek hevwelatiyê Sûriyeyê jî nehatin qebûl kirin. Kurdan nikarî di dibistanên erebî de jî bixwînin, an jî piştî ku zanîngeh qedandin, ji bona wan karkirin qedexe bûn.
Kurdan nikarîn ku bibin xwediyê mal û milk jî.

Dema ku rewşa tevayî ya kurdan ya wê demê tespît bikin: Kürdistan bibû welatekî parçebûyî û Neteweya Kurd jî bibû neweyek parçebûyî.
Li her parçên Kurdistanê jî neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên milî, civakî, çandî bêpar bû.

Loma jî kurdan ji bona ku welatê xwe azad bikin û li welatê xwe bibin desthilatdar;  li hemberî sîstema kolonyalîst rabûn û dest bi têkoşîne kirin. Lê ji bona kû Kurdistan welatekî parçebûyî bû, li hemû welatan bi hev re têkoşînê dest pê nekir û nedomand. Awayê têkoşîna milî jî li her parçeyî wek hevûdu nebûn. Li sê parçeyên Kurdistanê (Li Bakûrê-Başurê- Rojhilatê Kurdistanê) ji bona ku derfet hebûye ku şerê çekdarî bê meşandin; dem-dem şerê çekdarî hatiye meşandin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji bona ku mafên milî “ qezenç kirin hîç wextekî, şerê çekdarî wek awayê têkoşînekê nehatiye pejirandin û şerê çekdarî jî nehatiye kirin.
Loma jî Rojavayê Kurdistanê her dem bûye xwediyê taybetiyek.

Li Rojavayê Kurdistanê rêya siyasî wek rêya stratejîk ya mafqezençkirinê hatiye pejirandin û gorî wê jî hatiye rêxistin bûn.
Taybetiyek Rojavayê Kurdistanê jî ew e ku piştî serîhildanên milî yên li Bakûrê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê gelek serok û nivîskar û siyasetmedar yên doza kurd jî çûn li wir bûn penaber. Loma jî li Rojavayê Kurdistanê potansiyelek gelek mezin û xurt ya rewşenbîrî hebû.
Loma li Rojavayê Kurdistanê, rêxistina kurdistanî Xoybûn ava bû û Xoybûn li sê beşên Kurdistanê jî, ji serîhildanên milî alîkarî kir.
Dîsa li ser bingeha vê rewşenbîriyê û ceribandina serîhildanên milî: li Rojavayê Kurdistanê di sala 1957-an de “Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriyeyê” ava bû. Lewra dema partî ava bû, mabest û armanca partiyê yekîtiya Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê bû. Lê piştî demekê navê partiyê hat guhertin. Navê partiyê, bû “Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê”. Wê demê partiyê siyasetek herêmî  ji bona Rojavayê Kurdistanê meşand.

Partî li Rojavayê Kurdistanê di demek nêzik de gelek xurt bû û kîtlewî bû. Lê hezar mixabin dewleta kolonyalîst îzin/îcaze neda ku tevegra milî ya Rojavayê Kurdistanê pêş bikeve: Li hemberî partiyê operasyonên mezin pêk hatin. Damezrênêr û berpirsiyarên partiyên hatin girtin, hatin işkence kirin û hatin ceza kirin. Lê partiyê dest ji xebata xwe ber neda. Di şertên gelek zehmet û dijwar û veşartî de xebata xwe domand. Li ser piya ma. Li Sûriyeyê her dem bû mûxalefeta xurt û rêxistinî.
Partî, piştî salên 1966-an, di bin bandora Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê de bû du beş. Beşa çep û beşa rast xwe rêxisti kir. Mirov dikare bibêje ku di wan deman de di tevgera milî ya Rojavayê Kurdiatanê de pirrpartitî û plûralîzmê dest pê kir. Her çiqas ev plûralîzma bû sedem ku parti parçe bibe jî, lê ji aliyê temsîla civakê û demokratîzebûnê de pêşketinek erênî (pozîtîf) bû.
                                                    *****
Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê, piştî salên 1980-yî û bi taybetî jî piştî ku rejîma Baasê PKKê bi xwe re girêda, gihîşte merhelek din û rengekî din qezenç kir.
Rejîma baasê ji bona tevgera milî ya Rojavayê Kurdistanê; rêxistin û serokên Rojavayê Kurdisttanê bê îtibar bike, bi destê PKKê li hemberî wan êriş û qempenyek gelek dijwar da meşandin. Cîwanên Kurdistanê xistin xizmeta PKKê û cîwanên Rojavayê Kurdiatanê li cîwarên xwe ne li Bakûrê Kurdistanê di xizmeta PKKê de şer kirin. Bi hezaran cîwanên Rojavayê Kurdistanê di nav PKKê de li Bakûrê Kurdistanê hatin kûştin.

Ev pêvajoya piştî demekê gihîşt merheleya ku PKKê xwe  li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya rejîma Baasê  organîze bibe. Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) encama ew hewildana rejîma baasê ava bû. Loma jî di navê vê rêxistinê de “kurd” û “Kurdistanê” tune ne.
PYD piştî ku ava bû, ji bona ku rêxistinên Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike û li Rojavayê Kurdistanê bibe rêxistinek yekane û otorîter xebat kir. Gelek bûyerên nexweş pêk anî jî, lê di vê hewildana xwe de biserneket. Gelê kurd îzin neda ku PYD bibe rêxistina yekane. Rêxistinên xwe yên milî da jiyandin.
Lê ji bona PYDê, piştî serîhildana li Sûriyeyê derfetên nû derketin holê. Wek tê zanîn piştî ku li Suriyeyê li hemberî rejîma baasê di Adara 2011-an de serîhildanê li bajeroka Deraayê dest pê kir, Tevgera Milî ya Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bi tevayî ji bona ku rejîma baaasê ya otorıter û fasîst û kolonyalîst bê rûxandin; rejîmek plûral û pirrpartîtî û parlamenter bê ava kirin helwest nîşan dan.
Bes PYD bû xwediyê helwestek negatîf  ku rejîma baasê nayê ruxandin.

Loma jî rejîma baasê ji bona ku mûxalefeta kurd bi mûxalefeta ereb re yekîtî çêneke alîkariya xwe ya PYDê zêde kir û ji bona ku PYDê xurt bibe jê re derfet û îmkanên mezin çê kir.
PYDê jî li hemberî ev hewildan û alîkariya rejîma baasê vatiniya xwe yên ne mirovane û ne milî pêk anî; serok û endamên partiyên milî yên Kurdistanê kûştin.
Di destpêka serîhildana Sûriyeyê de rêxistinên Kurdistanê xwediyê yekîtiyek nebûn û piştî rûxandina rejîma baasê statuya Kurdistanê dê çawa bibe, di vê pirsê stratejîk de jî xwediyê armancek hevbeş nebûn.
Loma hewildanekê dest pê kir ku rêxistinên Rojavayê Kurdistanê armanca xwe û xebata xwe hevbeş bikin. Ji bona vê jî “Kongreya Niştimanî Ya Kurdên Li Sûriyeyê” hat li darxistin.
Di vê kongreyê de yekîtî û xebata hevbeş bû biryar. Ji bona ku ev xebata hevbeş bê meşandin jî, meclîsek ava bû. Navê meclîsê jî bû “Encumaniya Niştimanî ya Kurdên Li Sûriyeyê”.
PYD li derveyî vê yekîtiyê ma. Lewra PYD nedixwest ku rejîma baasê bê guhertin.

Lê di kongreya de li ser statuya Kurdistanê biryarek nehat girtin. Lê meyla xûrt ya di kongreyê de derket holê ew bû ku ji bona Rojavayê Kurdistanê jî modela Başûrê Kurdistanê divê pêk bê.
Piştî demekê di civîna duyemîn a “Encumaniya Kurdên Li Sûriyeyê” de biryar hat girtin ku dewleta nû ya Sûriyeyê bibe dewletek federal û Kurdistan jî bibe federe.
Ev helwest û biryara ji bona Rojavayê Kurdistanê gelek girîng bû û pirsgirêkek dîrokî çareser dikir.

PYD, li dijî federalbûnê bû. Lewra PYDê dixwest ku di bin bandora rejîma baasê de “xweseriya demokratîk” ava bibe.
Ev stratejiya ji aliyê raya giştî de tê zanîn ku ev stratejiya PKKê ye. Vê jî derxist holê ku PYD rêxistina kurdên Rojavayê Kurditanê nîne, rêxistina PKKê ye.
Vê yekê jî diyar û aşkere kir ku PYD li Rojavayê Kurdistanê kelemek e. Divê ev pirsa bi awayekî bê çareser kirin û PYDê ji rejîma baasê bê dûr xistin. Loma jî Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê PYDê jî di nav de xwest ku bi hemû rêxistinên Rojavayê Kurdistanê re civînek hevbeş li dar bixe.
Serokê Kurdiatanê di vê hewildana xwe de jî di demek kurt de bi serket. Civînek hevbeş li Hewlêrê pêk anî.

Di encema van civînan de  “Peymana Hewlêrê” hat pejirandin. Gor vê peymanê: Hemû rêxistinên Kurditanên bi hev re; PYDê dê bi rêxistinên Kurdistanê re tevbigere. Konseyek Bilind ya Rojavayê Kurdistanê ava bibe. Hemû xebatên li Rojavayê Kurdistanê dê di bin serokatiya vê konseyê de bimeşe. Tu rêxistinek dê bi serê xwe çekdar nebe.

Hezar mixabin PYDê şertên Peymana Hewlêrê pêk neanî û nedikarî pêk jî bîne. Lewra PYDê hem rêxistina rejîma baaasê bû û hem jî rêxistina PKKê bû. PKKê dema ku mûwaqqet li Tirkiyeyê şer da rawestandin, armanca wê ew bû ku hêzên xwe yên çekdar derbasî Rojavayê Kurdistanê bike. Wûsa jî kir. Hêza çekdar ya PYDê bi destê PKKê ava bû. Nûha jî hemû berpirsiyarên sereke yên PYDê, PKK-yî ne. Rejîm jî alikariya wan dike.
Rejîmê piştî demekê siyasetek stratejîk meşand, li Rojavayê Kurdistanê PYDê ji xwe re kir şerîk.
Ev jî bû sedem ku mûxalefeta ereb ya îslamî ya radîqal û leşkerê azad ya Sûriyeyê li hemberî PYDê şer bikin û kurdan jî bixin hedef û bixin nav şer.
Rejîma baasê di ev stratejiya xwe jî bi serket. Şerê xwe xist Rojavayê Kurdistanê. PYDê jî da şer kirin. Kurd jî mecbûr bûn ku li hewirdora PYDê bigihîjin hevûdu.
PYD, piştî ku Peymana Hewlêrê bin pê kir, li dijî desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî dest bi şer û êrişan kir. Loma jî beriya Serokê Dewleta Federe ya Kurdiatanê bê Amedê nêrînên xwe gelek aşkere li dijî PYDê diyar kir, ku “PYDê li dijî Peymana Hewlêrê tevdigere, dixwaze partiyên Rojavayê Kurdistanê tasfiye bike û li Rojavayê Kurdiatanê dîktatoriya xwe ava bike.”

PYDê ji aliyê din de jî, bi Îranê, bi Hikûmeta Malîkî ya Iraqê û bi Rûsyayê re têkilî û pêwendiyên xwe xurt kir. Dema ku Tirkiyeyê dixwest û hêvî dikir ku bi Ocalan kurdan bixe bin kontrola xwe jî, bi MÎT (îstîxbarata) Tirkiyeyê re jî danûstandin kir.
Bı van pêwemndiyan aşkere bû ku PYDê bi dost û piştgirên rejîma baasê re danûstandin dike. Loma jî divê ji Peymana Hewlêrê û ji kurdan dûr bikeve.
PYDê êrişên xwe li ser partiyên Kurdistanê jî zêde kir. Kurdperwer û endamên partiyên siyasi  hepis û işkence dike; dikûjê.
Nûha jî ew helwesta wan dom dike.

PYDê sîstema xwe ya otorîter û totalîter ava dike. Ji bona vê meclîsek ne bi rêyek ne demokratîk ava kiriye. Bi rêya vê sîstemê dixwaze hemû kurdan bigre bin bandora xwe.
Ev tevgerandin û avayî ya PYDê li dijî berjewendiya miletê kurd e.

Ji bona miletê kurd xeteriyek mezin çê dike. Dê di pêşerojê de jî bibe sedem ku kurd kurdan bikûjin.
Di heman dem de ew helwest û avayî ya PYDê di guhertina rejîma baasê de jî dibe sedem ku êrişên nû bên ser PYDê. Miletê kurd ji wan êrişan zerar bibînin.
Ew sîstema ava dibe sîstema otorîter û totalîter ya PKK/PYDê ye. Sîstemek demokratîk e. Modela rejîma baasê ye.
PKK/PYDê dive dest ji van avayiyan berdin. Bi kurdan re tevbigerin. Ji Peymana Hewlêrê re rêzgirtî bin.

Amed, 28. 11. 2013

Komîteya Piştgirî ya Başûrêrojavayê Kurdistanê
  
 

 

Back to top button