Polîtîk

Em bi siyaseteke kurdistanî rêyeke nû ji pêşeroja xwe re vekin

 

Komîteya Rêveberiyê ya Hewildana Partiyeke Kurdistanî,di rojên 30.11.2013 û 01.12.2013an de li Amedê civiya. Komîteya Rêveberiyê, xebatên ji civîna 19 û 20ê cotmehê heta îroj nirxand.
Komîteya Rêveberiyê balê dikşîne ser wê yekê ku ew çerçeweya siyasî ya Hewildana Partiyeke Kurdistanî(HPK), di civatê de bersiva valahiyekê dide. Herweha, teqabulî  pêwistiyekê jî dike. Bi hatina Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî re gotina ‘’Kurdistanê’’ li bakurê welatê me hîna bêtir bi mane bû û careke din pêwistiya siyaseteke li ser esasê kurdistanîbûne hat rojevê, loma jî tespîta hewildana bizava me ya siyasî careke din da îspatkirin ku ew li ser xeteke rast e.

Hewldana Partiyeke Kurdistanî, di 14.11.2013ê de bi daxuyaniyekê bi rêzdarî pêşewaziya hatina rêzdar Mesûd Barzanî kir.Herweha,di roja 16.11.2013ê de jî bi alayên Kurdistanê û bi flamaya HPKyê bi geşbîniyeke xurt pêşewaziya rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê kir. Lê mixabin bi giştî hêz û derûdorên kurd û kurdistanî bi awayekî neorganîze û belawela di vê pêşewaziyê de cîh girtin.Diviyabû beriya hatina rêzdar Mesûd Barzanî, dorûberûn siyasî û sivîl yên kurd bihatina cem hev û programeke bi rêk û pêk amade bikirana, lê mixabin ev yeka pêk nehat.Ev kêmasiya me hemû aliyan bû. Yekîtî û hevkariya di navbera dorûberên kurd û kurdistanî de careke din wek pêwistiyekê xwe daye hiskirin.

Di derbarê hatina rêzdar Mesûd Barzanî de hin aliyên kurdan bi neyînî  helwest  wergirtin an jî bi dudilî tevgeriyan.Bi ya me ev jî xelitî û kêmasiyeke berbiçav bû.
Komîteya Rêveberiyê,careke din pêwistiyê dibîne ku bala hemû rêvebir û endamên HPKyê bikşîne ser wê xalê ku divê bi hesasiyeteke hevbeş herkes li gora çerçeweya siyasî ya Hewldanê tevbigerin.HPK, siyaseta xwe  li ser dijminatiya tu hêzeke kurd nameşîne û wê nemeşîne jî. Lê,  bi tu gotin û kiryarên xwe jî wê rêyê nede wê yekê ku siyaseteke di bin bandor û siya hinekên din de bêmeşandin, an weha bêxuyakirin.

Komîteya Rêveberiyê,ji bo bi rêkûpêkkirina xebata xwe ya di warê rêxistinî, çapemenî  û siyasî de û ji bo amadeyiya civîna Meclîsa HPKyê ya ku dê di 21.12.2013êde pêk were,hin biryar dane. Di civîna Meclîsê de dê hin biryarên di derbarê hin mijarên rojane û giştî de bi raya giştî re bên parvekirin.
Komîteya Rêveberiyê careke din bangî  hemû endam û alîgirên xwe dike ku ji bo pêşdebirin û berfirehkirina HPKyê, em xebatê geş bikin. Herweha careke din em bang li hemû wan kesan dikin ku xwe nêzî vê çerçoweya siyasî ya HPKyê dibînin ku em bi hev re ji miletê xwe re û ji welatê xwe re rêyeke nû vekin.04.12.2013


Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî

Back to top button