Nivîsar

Seydaoglu: Laşfiroşiya li Amedê her diçe zêdetir dibe

Laşfiroşiya li Amedê her diçe zêdetir dibe. Ji ber ku li ser vê yekê lêkolînên zanyarî nehatine kirin, hejmara kesên ku laşfiroşî dikin nediyar e. Lê li gorî hin çavkaniyan, li Amedê bi hezaran mal ji bo laşfiroşiyê hatine kirêkirin. Sazî û dezgehên jinan li hemberî vê yekê neçar mane û nizanin dê çawa pêşî li vê sektora mezin bigrin.

Seroka Komeleya Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selîsê (SELÎS) Ruken Seydaoglu, derbarê laşfiroşiya li Amedê de, pirsên kovara Warvînê dan.

Warvin: Jinên ku ketine nava sektora laşfiroşiyê, ji bo dev ji vî karî berdin serî li saziya we didin?
SELÎS: Belê, car caran hin jinên ku demek laşfiroşî kirine, serî li me didin. Carekî jineke ku ji aliyê mêrê xwe ve dihate firotin serlêdan kir. Carek jî jineke ku ketibû dafika laşfiroşiyê û nedikarî xwe jê xilas bike, serlêdan kir. Me ew jin li stargeha jinan bi cih kirin. Di serlêdanan de tiştê herî girîng, zelaliya daxwaza jinan e. Ji bo ku bikaribin jiyaneke nû ava bikin, em tenê dikarin ji wan re bibin alîkar û rê nîşan bidin. Tiştê herî girîng ew e ku ew jinên serî li me didin bi awayeke bi biryar bixwazin dev ji vê laşfiroşiyê berdin.

Warvin: Piraniya jinên ku serî li we didin, ji bo dev ji laşfiroşiyê berdin serlêdan dikin?
SELÎS: Jinên ku mexdûr in û bi awayeke hatine xapandin û neçar mane laşfiroşî bikin hene. Lê laşfiroşî ji bo hinek jinan bûye şêweyeke jiyanê. Piranî kesên ku dixwazin ji laşfiroşiyê xilas bibin, serî li me didin. Mînak em ji wan re karekî nû dibînin. Lê piraniya wan bê wesf in, tu pîşeyeke wan tune ye. Ji ber vê yekê em neçar dimînin ku wan bişînin karên paqijiya malan. Lê ev kar ji wan re zehmet tê. Ji ber vê yekê hinek ji wan jinan dev ji vî karî berdidin û careke din dest bi laşfiroşiyê dikin.

Warvin: Çima laşfiroşiyê tercîhê paqijkirina malan dikin?
SELÎS: Ev meseleya pereyê hêsan û pereyê zehmet e… Mînak jinek serî li me dabû. Bi demê re me fêm kir ku ji bo pereyê di laşfiroşiyê de qezenç dike, bi qebraxan (pêzeweng) re parve neke, serî li me daye. Lê di serlêdana xwe de ji me re ev tişt negotibû. Tenê digot ‘ez dixwazim ji vê laşfiroşiyê xilas bibim’. Piştre me fêm kir ku naxwaze pereyê qezenç dike bi qebraxan re parve bike. Di demên wiha de em nikarin alîkarî bikin. Çimkî em li dijî laşfiroşiyê ne.

Warvin: Laşfiroşî çima li Amedê evqas zêde bû?
SELÎS:
Li gorî min, laşfiroşî encama şerê 30 salan û polîtîkaya asîmîlasyonê ye. Li herêmê piştî destpêka şer, laşfiroşî bû yek ji polîtîkayên dewletê.

Warvin: Laşfiroşî zêdetir li kîjan taxan tên kirin?
SELÎS: Li Baglarê pir zêde ye. Li Yenîşehîrê, Dîclekentê jî heye.

Warvin: Ev jin xaniyan çawa kirê dikin, ev çerx çawa dizivire?
SELÎS:
Li gorî agahiyên ku ji me re tên, jinên laşfiroş ji xwe re xanî kirê dikin û vî xaniyî weke pansiyon bi kar tînin. Piştre welatiyên di heman avahiyê de fêm dikin û ji vê yekê aciz dibin. Ew laşfiroş bi vî awayî deşîfre dibin. Jin ji bo ku bi hêsanî bikaribin bedena xwe bifiroşin mêran, xaniyan kirê dikin. Lê di heman demê de ev jin li wan xaniyan radizên, li wan xaniyan dimînin.

Warvin: Di malek de çend jin dimînin?
SELÎS:
Di warê hejmarê de mirov nikare tiştekî zelal bibêje. Lê li hin malan 2-3 jin dimînin. Li hin malan jî 5-6 jin dimînin.

Warvin: Van xaniyan li ser navê çi digirin?
SELÎS: Ji ber ku kontrata xanî îmze çênakin, weke ezep ji xwe re xanî digrin. Carna jî xwediyên xanî dizanin ev jin laşfiroşî dikin û dengê xwe nakin. Çimkî xwediyê xanî jî dibin şirîkê wan laşfiroşan.

Warvin: Jinên ku bêyî daxwaza xwe dikevin nava vê çerxê, bi kîjan rêbazî tên xapandin?
SELÎS: Jinên ku ji ber koçberiyê bûne mexdûr, li bajêr rastê jiyaneke cuda tên. Jinên ku li gundên xwe pir dewlemend bûn, di rojek de neçar mane dev ji gundê xwe berdin û bên li bajêr bi cih bibin. Ji ber vê yekê jî ketine nava çerxa xizaniyê. Televîzyon û telefonên destan (mobîl) jiyaneke nû nîşanî wan didin. Hînê înternetê dibin. Li ser malperên forumê dikevin dafika laşfiroşan û tên xapandin. Mînak di malpereke forumê de mêrekî nas dike. Dibêje qey ew mêr jê hez dike. Halbûkî ew mêr laşfkire e û di nava çeteyê de ye. Dîmenên tazî yên jinikê dikişîne û vê yekê weke şantaj bi kar tîne. Jin neçar dimîne ku daxwazên wî mêrî qebûl bike. Çimkî jinên ku ji gund tên, ji jinên bajêr zêdetir baweriya xwe bi mêran tînin. Jinên ku di zaroktiya xwe de bi darê zorê hatine zewcandin jî ketine nava vî karî. Lê li gorî min tiştê herî girîng, berbiçav û encama herî zelal ev e; ew jin mextûrên şer in.

Warvin: Polîs çima navêjin ser van malên laşfiroşan?
SELÎS: Dewlet çavên xwe ji van tiştan re digre. Hin peywirdarên dewletê jî di nava vî karî de ne. Ya rast polîs bêyî ku muxatab bibin, xwe jî dixin nava vî karî. Ez ji we re behsa bûyerek bikim. Ev bûyer li ba leqa leşkeriyê çêbû. Keçikeke ezep leşkerekî ku dawiya heftiyê ji bo destûrê derdikeve derve nas dike. Ew jin dibêje qey ew leşker jê hez dike û “têkiliyeke hestiyar” dest pê dike. Lê rewş pir cuda ye. Ew jin her roj derdikeve derve, malbata wê ferq nake. Keçik hêj diçe dibistana amadeyî. Piştre malbat lê dinêre ku fatoraya telefona malê pir zêde tê. Di encama lêkolînê de derdikeve holê ku cihê pir zêde lê hatiye gerîn, leqa leşkerî ye. Tu nabêjî ew leşker wê keçikê dixe nava bazara laşfiroşiyê.

Warvin: Pêvajoya qanûnî çawa dimeşe?
SELÎS:
Mirov dikare derbarê van kesan de li dozgeriyê gilî bike. Lê ew jin daxwazeke wisa nakin. Çimkî ditirsin. Ji bihîstina xelkê ditirsin. Ji bihîstina cînar, nas û dostan ditirsin. Gelek jin hene ku malbata wan nizanin di nava vê çerxê de ne. Ger malbat bibihîze, dibe ku keça xwe bikuje. Hemû baweriya wan jinan ji destê wan hatiye sitandin. Ji ber vê yekê ditirsin. Gelek caran bê taqet dikevin, nikarin xwe li ber vê çerxê bigrin. Ji ber vê yekê hin jinên dixwazin ji vê çerxê xilas bibin, careke din dîsa vedigerin nava vê çerxê.

Warvin: Dema ku hûn piştgiriya psîkolojîk didin van jinan, hûn rastê tiştên çawa tên?
SELÎS: Ew jin bi tu awayî ji te bawer nakin. Ji tu kesî, ji tu tiştî bawer nakin.

Warvin: Wê çaxê hûn ji wan re çawa dibin alîkar, çawa bawerî bi we tînin?
SELÎS
: Em hewl didin ku wan bi mêran re muxatab nekin û li derdora me mêr tunebin. Çimkî her mêrek ji bo wan tirsek e. Mêr ji bo wan çavkaniya tirsê ye. Em di nava saziyê de, bi wan jinan re jiyanê parve dikin. Ew bi vî awayî hîs dikin ku em li ba wan in. Ji ber vê yekê bawerî bi me tînin. Çimkî em weke hevalekî bi wan re eleqedar dibin û weke yek ji hevala me, nêzî wan dibin. Çimkî ev jin xwe sûcdar dibînin. Xwe weke sedema vê laşfiroşiyê dibînin. Lê dema ku em bi xwe re, wan jî dixin nava jiyanê, derdoreke ku bikaribin hest, fikr û ramanên xwe bi me re parve bikin ji wan re ava dikin, pê dihesin ku ew ne bi tenê ne.
 

Warvîn/Dilar Sewledar

Back to top button