Kultur

Festîvala Mihemed Şêxo li Hewlêrê

Wezareta kultûr û lawan a hikûmeta herêma Kurdistanê di adara bê de, festîvala hunermendê navdar ê kurd Mihemed Şêxo li Hewlêrê li dar dixe.

Birêvebirê têkiliyên giştî yê wezareta kultûrê Azad Dartaş ji AKnewsê re got, “Di 9 û 10 adarê de li hola Pêşewa ya di avahiya wezaretê de bi sponseriya zengînekî kurd bi navê Hesen Şengalî dê festîvala Mihemed Şêxo were sazkirin.”

Dartaş ku sekreterê komîteya bilind a festîvala Mihemed Şêxo ye wiha domand, “Di festîvalê de, malbata Şêxo ji Ewropa û Sûriye û 80 mêvanên din ji hunermend û rewşenbîran ji derveyî Hewlêrê beşdar dibin.”

Derbarê hunermendên ku dê beşdar bin, Dartaş aşkere kir ku her yek ji hunermend Brader, Gulistan, Fatê, Canê, Delal Zaxoyî û gelek hunermendên din digel koma hunerî ya Duhokê ya muzîkê dê beşdarî festîvalê bikin.

Li ser amadekariyên festîvalê, Dartaş daxuyand, “Her di festîvalê de, çend sîmînaran derbarê jiyan, berhem û naveroka stranên Mihemed Şêxo û kilîpeke hunermend ku ji bal derhêner Hisên Hesen ve tê amade kirin, dê bêne pêşkêşkirin.”

Dartaş bal kişand ku pirtûkek û CD jî li ser jiyan û berhemên Mihemed Şêxo hatine amadekirin û dê li ser beşdarên festîvalê bêne belavkirin.

Mihemed Şêxo kî ye?

Hunermendê navadr ê gelê kurd Mihemed Şêxo (Mihemed Salih Şêxmûs) di sala 1948ê de li gundê Girbawî yê li başûrê rojavayê bajarê Qamişlo hate dinê. Yek ji hunermendên mezin ê kurdan e ku di sala 1970ê de derket holê.

Mihemed Şêxo di jiyana xwe ya hunerî de bi dehan stranên neteweyî, niştimanperwerî, evînî û ji bo şoreşên kurdan jî gotine.

Di 9ê Adara sala 1989ê li bajarê Qamişloyê koça dawîn kir û di rêwresmeke gelek hêja û mezin de û bi amadebûna bi deh hezaran kurd, aşorî siryanî û ermanî li wir hat veşartin.

(AKnews)

Back to top button