Li bajarê Kurdistan Kerkûkê 3 êrîşên cuda pêk hat û di encama êrîşan de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan 78 kesan jî brîndar bûn.

Di daxuyaniyê rêveberên polêsan de li ser rêya Kerkûk û Bexdayê û bi danê sibehî bi 3 tirimpêlan êrîşen bombeyî pêk hat.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrîşa ewil rasterast li ser polêsan hate kirin ê duwemîn jî li ser asayîşê hate kirin. Êrîşa seyêmin jî li ber avahiyek ewlekariyê hate teqadin.

Hate diyar kirin ku di êrîşê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û di naw wan de kesên polês jî hene her wiha 78 kesan jî brîndar bûn.

Hate ragihandin ku piştî teqînê li seranserê Kerkûkê pêşgirên ewlekariyê hatiye zêde kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: