Polîtîk

Barzanî: Ez bi dil û can dijî gendeliyê me

Duhî çarşemiyê 09.02.2011ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê, bi amadebûna serokê parlamentoya Kurdistanê, serokê hikûmetê û cîgirên wan carekî din digel hizib û aliyên siyasiyên kurdistanî civiya.

Ev civîn berdewamiya civîna heftiya derbasbûyî bû ku, têda serok Barzanî daxwaz ji wan aliyan kir bû ku eger her têbînî û zanyariyeke wan li ser gendelî û kêmasiyan hebe di civîna pêş de bi belge îspat bikin, daku parlamento, hikûmet û sercem hêzên siyasî di berevpêşbirina reforman, nehiştina kêmasiyan, baştirkirina rewşa hemwelatiyan û pêşxistina ezmûna hukimranî û demokrasiya Herêmê de beşdar bibin.

Di civînê de, serok Barzanî got:

– Di dema hilbijartinê de her lîsteyekê bernameya xwe hebû û eger ew lîste dixwazin her zêdebûnek li ser wê bernameya xwe bikin yan her pêşniyareke wan heb bila bi nivîsîn bidin serokayetiya herêma Kurdistanê. Ji ber ku ezmûna Kurdistanê pêwîstî bi pêşxistinê heye û divê em hemû beşdarîyê di wê pêşxistinê da bikîn û bi yek giyan destkeftan biparêzîn û berev pêştir bibîn. Em di warên hukimdariyê da nû ne û em hemû bawer dikîn kêmasî hene û eve jî tiştekî normal e. Ji ber ku hinek xelk hene bi dehan salane hikûmetin û hê jî kêmasiya wan gelek in. Herêma Kurdistanê, herêma me hemûyan ne û xelkê wê jî azade çawa hizir dike. Lê belê ew azadiye divê di çarçêweya yasayê da be, her kesek dikare daxwaza destjikarkêşana hikûmetê bike, lê belê mafê wî tûne daxwaza helweşandina parlamentoyê bike. Ji ber ku eger parlamento helweşiya wê demê hemû tişt bi dawî dibe.

– Parastina asayîşa netewîya me ji hemû kes û aliyan giringtire û her kes û aliyek jî dijî wê asayîşê reftar bike, pêwîste daxwaza lêborinê ji xelkê bike.

Sebaret bi diyardeya gendeliyê jî, serok Barzanî got:

– Dema behsa gendeliyê dihête kirin pêwîste cihê gendeliyê jî destnîşan bikîn. Ji bo wê yekê eger bo we baş be, ez pêşniyara pêkanîna lîjneyekê dikim ku pêkve kar ji bo vê meseleyê bikin, yan jî her aliyek bi nivîsîn û gelek bi şefafî ve destnîşana diyardeyê bikin û ji bo serokayetiya herêma Kurdistanê bişînin, da ku hem parlamento û hem jî hikûmet cihê xwe yê yasayî bixin holê. Ez bi dil û can dijî gendeliyê me û xebata pêşmergayetiya xwe jî bi sedema vê diyardeyê ve lekedar nakim.

– Bila îsal em hemû pêkve bikîn sala tebayî û temamkirina yekxistina dam û dezgehên herêma Kurdistanê û her wiha sala nehiştina gendelîyê û encamdana çaksaziyên pêwîst di hemû waran da û sala yekhelwestiya beramber bi meseleya çarenûssazan da.

– Du sal ji bo dawî hatina serokayetiyan maye û piştî wê demê jî carekî din vedigerîne ve bo ser raya gel û her wiha gel jî biryara dawiya xwe dide û divê em hemû girêdayî wê biryara gel bîn.

Her wiha Serok Barzanî daxwaz kir ku dadweriya civakî bikin armanca sereke ya parlamento, hikûmet û hemû saziyan be.

Paşê her yek ji amadebûyan ra û nêrînên xwe xiste rû û her hemûyan jî tekez li wê yekê kirin ku rastiya Kurdistanê, miqayîse digel gelek welatan da, gelek li pêştire û hebûna têbîniya li ser edaya hikûmetê, bi hizbên desthilatdar ve, li hemû dinyayê heye û gelê Kurdistanê jî heta niha di qonaxa rizgarîxwaziyê de ye. Her wiha beşdarbûyên civînê balkişandin li ser wê yekê ku eger gendelî heye bila bi belge ve bihête destnîşan kirin. Nabe ev diyardeye yan ev nav ji bo muzayedeya siyasî bihête bi kar anîn û daxwaz jî kirin ku dezgeha nezahe li Kurdistanê de bihête dirûst kirin û dozgerê giştî yê dîwana çavdêriya darayî jî çalaktir bikin û her hemû amadebûyan jî kok bûn li ser hebûna opozîsyonekî erênî ku bi baş bibêje baş û bi şaş jî bibêje şaş û kesek jî nabe dijî çaksaziyê be. Bi merca ku ew çaksazî ji bo bi hêzkirina ezmûna herêma Kurdistanê be, neku ji bo jinavbirina wê be.

Di dawiya civînê de hemû aliyên siyasî hevfikir bû ku her aliyek bi raportekê zanyariyên xwe bide serokayetiya herêma Kurdistanê û serokayetiya herêma Kurdistanê jî bi hevahengiya parlamento û hikûmetê dest bi çareseriyan bike û ev cure kombûn jî berdewam bibin bo ku aliyên siyasî li şopandina van meseleyan de beşdar bibin.

Back to top button