Du berendam ji bo serokatiya îstixbarat a Iraqê hene
Şîretkarê serokê wezîrên Iraqa federal ê ji bo kar û barên herêma Kurdistanê Adil Berwarî, di bjedaneka taybetî de ji PNA re ragihand, ku ji bo serokatiya dezgeha niştimanîya saloxegerîya Iraqa federal du berendam hatine destnîşankirin û yek ji wan Feysel Ehmed e û yê din jî Kerîm Şengalî ye.
Adil Berwarî di vê derbarê de got: Ji berî niha alîyê Kurdî ji bo wergirtina serokatîya dezgeha saloxegerîya Iraqê, di derbarê herdu berendaman de, bi serokê wezîrên Iraqa federal Nûrî Malikî re guft û go kiriye û li gora zaniyarîyên min, serokê wezîrên Iraqê ti nerîn û têbînî li ser Feysel Ehmed nîne, da ku ew bibe serok.
Li gora bêjedanên şîretkarê Nûrî Melikî yê ji bo kar û barên herêma kurdistanê Adil Berwaî, dê di evê hefteyê de yan jî heta 10 rojên din kombûnek di derbarê danîna serokê dezgeha saloxegerîya Iraqê de bihê sazkirin û dê ev pirsa han bihê çareserkirin.
Hêjayî gotinê ye, ku paşî şerê rizgarîya Iraqê ya di dala 2003 an de û heta niha Feysel Ehmed cihgirê serokê dezgeha saloxegerîya Iraqa federal e û Kerîm Şengalî jî wezîrê navxweyîyê hukûmeta herêma Kurdistanê ye û di kabîneya berê ya hukûmeta herêma Kurdistanê jî de, ev posta han di destê wî de bû.