Nivîsar

CHP ji bo çi naguherê

Rewşa CHP-ê û îdeolijiya ku li ser hatî avakirin gelek zelale. CHP partiyek ya cumhuriyetiyê û kemalist e. Yanî CHP riknek bingehîn yê îdeolojoya fermiye. Elbet wek her tiştekî ev partî jî dikare xwe biguherîne û heta li gora xwe bi sosyaldemokratbûnê nav dike dikare pêşkêşiya guhertinê jî bike.

Ji avakirina cumhuriyetê heta sala 1946 CHP partiya tenê bû. Leşker walî polis hemû yên CHP-ê bûn. Yanî bi kurtahî CHP dewlet bû, û dewlet jî CHP bû. Ev dem dema gelek xirab e di dîroka Tirkiye û Kurdistana Bakur de. Di vê demê de serhildanên kurdan çêbûn û di vê demê de sedên hezaran kurd hatin qetil kirin. Li Diyarbekir, Dersim, Zîlan, Agrî û hemî deverên Kurdistanê terora dewletê û CHP-ê li ser kurdan hebû. Yanî bi awayek din nexweşî û neyartiya di nav dewletê û kurdan de di bingehê xwe de di nav CHP-ê û kurdan de jî bû.

Cara yekem sala 1972-ê CHP ji bo guhertinekî  hewldanek kir.Cara yekê serokê partiyê hate guhertin. Grubek di nav CHP-ê de Îsmet Înonu daxistin û Bulent Ecevît di dewsa wî de kirin serokê CHP-ê. Di wê qonaxê de Ecevît  li gora rewşa wê pêvajoyê guhertina hinek tiştên nûjen dan pêşiya xwe û ya herî girîng derxistina afuyek giştî wek armanc da pêşiya xwe û şerê inkîlaba leşkerî ya 12-ê adara 1971-ê vekirî dikira.

Sala 1971 înkilabek leşkerî hate kirin. Li dijê şoreşgerên Tirk û Kurd  gelek dijwarî helwest hate danîn. Di vê demê de gelek kesayet û welatparêzên kurd hatin girtin. Di dadgeha leşkerî ya Diyarbekirê cezayê giran dan siyasetvanên kurd. Ji bo wê derxistina efuyek ji bo siyasiyan girîng bû. Kurda di hilbijartinên 1973-ê de deng dan CHP û bi dengên kurdan CHP bû partiya yekem û li gel partiya Erbakan (MSP) hukumetek hevbeş pêkanî.

Dema înkilaba faşîst ya 12-ê îlonê çêbû, hemû partiyên siyasî hatin girtin. Partiyek bi navê Partiya gelêrîya Soasyal Demokrat hate danîn û vê partiyê di derbarê pirsa kurd de raporek amade kir. Kurdan li gel vê partiyê hevkarî kir û deng dan vê partiyê. Herweha gelek kurd di bin navê vê partiyê de ketin hilbijartinan û çûn parlementoyê.

Denîz Baykal û hevalên xwe bi rêya dadgehê CHP cardin vekirin û piraniya kesayetên sosyal demokrat cardin di nav CHP-ê de cîh girtin. Lê Denîz Baykal û hevalên xwe taybetî piştî sala 2003-ê yê, CHP birin li ser bingehên wê yên berê. Vê yekê hişt ku,CHP taybetmendiya xwe ya sosyal demokrat û gelêrî winda bike. Piştî Ak Partî  hate ser hukum,CHP-ê hê gelektir dijê guhertina derket û statukoya heyî parast û dijitiya her tişta ku bixwaze statukoyê biguherê kir. CHP-ê di vê pêvajoyê de şûnve çû û aliyê xwe yê kemalist û milîtarîst bi temamî da pêş û li himber guhertinên çêdibûna daxwaza înkilabên lêşkerî ji leşkeran dikira.

CHP roj bi roj di nav xelkê de qels dibûya pişgiriya xelkê ji bo partiyê kêm dibûya.Hinek destên nenas, ji bo CHP-ê ji vê rewşa xirab derêxin û vizyona partiyê biguherin bi komployekî Baykal ji serokatiya partiyê dûr existin û dewsa wî Kemal Kiliçdaroglu anîn. Kiliçdaroglu hevalbendên Baykal û piraniya rêvebirên kevin ji desta revebiriyê dûr kirin û hevalên xwe anîn rêvebiriya partiyê.

Lê partî cardin nehat guhertin. Ji berî her tiştekî Kiliçdaroglu inkara kesayeta xwe û nasnama xwe kir. CHP ji bo guhertinê dive berê xwe bide pêş û dijê statukoyê derkeve, dive kemalîzmê neparêze û ji hemiyê girîngtir dive siyaseta bi wesayet qebûl neke. Parastina statuquyê û guhertin bi hevre nabin.
CHP niha wek kelhak ja berxwedanê ji bo parastina statuquyê tê qebûl kirin. CHP pişgiriya rêxistana terorist ya Ergenekonê dike. CHP dezgehên tarî di nav dewletê de diparêze, CHP gelek caran xwe beşek ji dewleta kûr dibîne. Başe ev partî bi van misyonên dayîn pêşiya xwe , dê çewe bête guhertin.

CHP di derbarê pirsa kurd de, ji partiyên heyîn hemiyan tengtir difikire û di derbarê pirsa kurd de ne xwedî tu projekiye. Piştî Kiliçdaroglu bû serokê partiyê hinek proje ji bo pirsa kurd hatin amadekirin lê tiştek nehat qebûl kirin. CHP divê  di derbarê pirsa kurd de xwedî projebe. CHP dive kêmasêî  wek Ak Partiyê di pirsa Kurdistana Başûr de vekirî be.

Piraniya endam û rêvebirên CHP-ê xwe çep dihesibînin, lê em dizanin beşek ji wan xwe wek çepên netewî navdikin. Ev sifat bi xwe di mercên Tirkiyê de nijadperestiye .

Eger CHP bixwaze xwe biguhere , tişta bike gelek zelale. Divê ji dev nirxên xwe yê xirab hemiyê berdê û xwe bi hemi awayî nûjen bike û bi siyaseta xwe cîhana pêşketî û hevdem re biguncîne. Kurd dê kuleka xwe re li partiyên siyasî binêrn û wan binirxînin. Ev jî mafê kurdan e.

10.02.2011
Dara Bilek

Back to top button