Civak

Şêx Ubbeydullahê Şaxî weft kir

Şêx Ubbeydullahê Şaxî

Di 29.01.2012 de  Şêx Ubbeydullahê Şaxî yê bavê Selam Cizîrî endamê Komîteya karger  a Fedrasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê,  jîyana xwe ji dest da û çû ser dilovanîya xwe.

Şêx Ubbeydullahê Şaxî (90) di 2002ê de ji aliyê dewletê ve hatibû girtin û 9 mehan di girtîgeha Cizîr, Mêrdîn û Diyarbekirê de ma.

Ew kesek kurdperwer, alim, zimanzan û diroknas bû. Wî di jîyana xwe da bi sedan şagirt di medreseyan da bi kurdî perwerde kirîye û herdem li cem doza gelê xwe bûye. Xewn û xeyalên wî herdem ew bûye ku kurd bigêhîjin azadî û rizgariya xwe..

Gotina wî ya herî dawî ew bû ku: ”parçeyên din yê welêt jî wek başûrê Kurdistanê azad û xwediyê statû bibin”.

Back to top button