Kurdên Suriyê Li Hewlêrê Civiyan
Heke, xebera ‘Komên Muxalîfên Kurd yên Suriyê’ li Hewlêrê civiyan bala wê nekşande ser xwe, ez dikarim bêjin ku hûn hewce nîne ku rûdanên pêk tên meraq bikin.
Xebera komên muxalîf Kurd yên Suriyê di bin mahiyeta Mesut Barzanî de dicivin tê vê wateyê ku herêm ber bi rûdanên nû ve diçe. Di civîna Hewlêrê de sê sernav hebûn: 1- Mafên tayînkirina kedera xwe 2- Qanûna Bingehîneka nû ya ku mîsogeriya mafên Kurdan dike 3- Suriyeya demokratîk. Ezê evê jî bêjim gelek hêlan, gelek kes beşdarî vê civînê bûn.
Ji vana zêdetir tiştê herî balkêş peyamên Mesut Barzanî bûn ku gelek zirav hatibûn hesabkirin.
***
Ez bi salana her tim dibêjim, heke em bifikirin ku ‘bi têkoşîna dijî terorê û dayîna mafên demokratik ve em ê pirsgirekên Kurdên xwe çareser bikin’ eva nêrîneke gelek kêm e.
Belê tekoşîna dijî terorê hewceye. Ji vê girîngtir divê em bê guman standardên demokrasiyê hêj pêşve beherin. Lê bi tenê li ser van hîman en nikarin pirsgirêka Kurd û Kurda hembêz bikin, piştî vê seetê minqun nîne.
‘Bi vê seetê’ ve qesta min eve ku, divê em bala xwe bidin peyamên Mesut Barzanî yên ku da muxalifên Kurd yên Suriyê.
Barzanî dibêje ku nifusa Kurdan li Suriyê nêzî 2 mîlyoniye û wiha pêde diçe: “Li Suriyê ji ber hemû guherînan û rûdanan divê mafên Kurdan were hesabkirin.”
Di ser de jî ji Kurda re wiha dibêje: “Guherîna Suriyê kare me nîne, yê we ye” û wiha pêde diçe : “Belê ji bo hewla wê ya ku pêşerojê çawa bibe emê alîkarîya wê bikin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê hûn yekîtiya xwe pêk bînin û mihefeze bikin. Ji bo vê jî divê hûn ji tundiyê dur bisekinin û bi ser rêya diyalogê bisekinin.”
Eva jî peyama Barzaniye: “Bi vê kongreya netewî ve em destê dostaniya xwe dirêjî Ereban, Tirkan û Farisan dikin û ji bo hemû dinyayê re dibêjin ku gelê Kurd gelekî aştixwaz e”.
***
Peyam ji bo çi û ji kî re hat dayîn jî ji xwe gelek vekiriye. Barzanî jî gelek baş zane ku, axên ku Kurd li ser dijîn, di bin îdeolojîyên cida de hatine dinyayê û mezin bûne jî, hêlên siyasî yên ku Kurda wek navend digrin roj bi roj nêzî hev dibin, wek cîdî digîjne yekîtiyê. Yên ku ji ber van rûdanan çavên xwe digrin û van nêzîkbûna nabînin ji van tişta baş fem nakin.
Siyasetên Tirkiye jî tev, dewletên herêmê li dijî bêşên Kurdan bikardianîn, ji ber rûdanên îro îflas kirin. Bê guman Tirkiyê di demeke nêzîk de dev ji xeletiyên xwe berda û bi Kurdên Iraqê re hin pêwendiyên baş pêk anî, dostaniya xwe pêşve bir.
Lê heke em dixwazin ev gavên me mayinde bibe, divê em hin gûherînan qebûl bikin, pişt jî divê em bi hewl û gavên kur û di cih de yên ku li ser çand û dîroka me de daçikîye bavêjin û him Kurdên Suriyê him jî yên Iraqê hembêz bikin .
Yên ku ji ber van rûdanan bikevin şekê yê winda bikin, lê yên ku van rûdanan baş binirxînin yê qezanç bikin.
Ji ber vê xwandina şikla xebera ‘Muxalîfên Suriyê yên Kur dli Hewlêrê Civiyan’ gelek girînge. Ji vê girîngtir jî peyamên aştiyê yên Barzanî ji bo ‘Ereb, Tirk û Farisan’ da rêzê jî, ji bo hemû kesan tên watêyên cida, divê eva jî ney ji bîr kirin.”
Nasuhi Güngör
(Xeberenkurdi)