Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî serdana Partiya Sosyaldemokrata Kurdistanê kir
Li gora nûçeya KurdistanTv-ê, Cîgirê Serokê partiya demokrata Kurdistanê û berbijarê postê serokatoiya hukumeta Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di çarçoweya serdanên xwe yên ji bo baregeh û navendên partiyên siyasî yên Kurdistanê de serdana Sekreterê partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê kir.
Piştî merasima pêşwazî kirinê Nêçîrvan Barzanî, di civîneke hevbeş de di navbera Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê Muhemed Hecî Mehmûd de çendîn babetên girîng yên girêdayî bi rewşa niha û paşerojê ya Kurdistanê û rewşa Îraqê hatin nirxandin.
Piştî bi dawî hatina vê civîna han jî her dû alî di presskonferanseke hevbeş de naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.