Bozyel daxwaza ronîkirina qonaxa tarî kir

Li Diyarbekirê serokê HAKPAR-ê Bauram Bozyel di derbarê kolandinên avahiya kevin ya JITEM-ê de têne kirin daxuyaniyek çapemeniyê ragihand. Ev deqê daxuyaniya Bozyel e.

Ne Kuştinên Qesasnediyar in, Yên Qesasdewlet in

Kuştinên qesasnediyar, di laşê Gelê Kurd de wek birîna xencereke jehrî ye. Windahiyên qesasneidayr jî, êş û jana vê birînê ye ku bi dehan sal in nayê kungkirin. Heta ku canên me yên windahî neyên dîtin û kujerên wan neyên cezakirin, ev birîn qişam nagire û jana wê kung nabe.

Ev çendîn roj in ku li devera Derê Sarê ya Amedê (li vê erda pişt me) her ku erd tê kolandin, estiyên kurdên bêguneh ku di nav van çar dîwaran de bi darê êşkencê hatine qetilkirin û li vî erdî hatine binaxkirin, jê dibijikin. Ev der ne ciheke di rêzê de ye. Ev, navend û êşkencexaneya JÎTEMê ye. Ev êşkencexane usa mekanek bû ku di wextê xwe de rojê bi dehan kes bi saxî dibirin liwir, lê cesedê wan yê parçekirî derdiketin. Ku bi hezaran ji wan cesedan hê winda ne. Ev der ji bo kurdan bûbû xaçerêya mirinê û dojeha ku zebanî têde ji kuştinê têr nabin.

Ev roj ji her derê axa Kurdistanê estiyên kurbaniyên qesasnediyar dibijiqin. Ev welatê qedîm û kevnare bûye zeviya cesedên kuştiyan. Êdî nexşeya vê erdnîgariya dewlemend ku ji gelek medeniyetan re mazûvanî kiriye, bi gorên bikom tê bibîranîn

Em carek din pirsa kujerên bi deh hezaran windahî û kuştiyên qesasnediyar dikin. Gelo bi rastî jî wek hatiye belavkirin, ev qetlîam û kuştin tenê ji aliyê JÎTEMê hatine kirin? Kî bawer dike ku Serpiriştiya Giştî, Artêş Duyem û Baskorduya 7an ya Amedê ji van kuştin û wehşeta JÎTEMê haydar nebe? Kî dikare bibêje ku ev cînayet bê xebera desthilatdariyên û Lijneya Ewlekarî ya Mîllî pêk hatine?

Lê herkesê xwedî wijdan ku bîra xwe winda nekiribe, rastiya wê demê dizanin. Çima Wezîrê Karê Hundir yê wê demê Mehmet Agar bi xwe negot ku îmzeya wan di bin hezar operasyonê de heye? Serokwezîra wê demê Tansû Çîlerê lîsteya kurdên ku divê bên kuştin, teslîmê kujeran nekir?

Ma çiz û hat jibîrkirin ku di Lijneya Ewlekarî ya Mîllî de, ji bo qirkirina kurdan konsepteke nû pêk bîne, biryar hatin dayîn. Bi kurtî yek ji van kiryaran jî bê haya desthilatdariya siyasî û dewletê nehatiye kirin.

Hê ku ji bo her tiştî dereng nebûye divê windahiyên me bên dîtin. Divê di serî de kujer, ji hemû berpirsên wê demê hesab bê pirsîn. Pêngavek bi vî rengî, herweha dê ji pirsgirêka kurd ya sedsalî re jî derîyê çareseriyê vebike. 31.02.2012

 

Bayram BOZYEL

Serokê Giştî yê
Tarih: 31.01.2012 Etiketler:

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: