Polîtîk

Krîza sûrî: Rîsk û perspektîf

Konferansa Navneteweyî
 
Krîza sûrî: rîsk û perspektîf

 
Enstîtuya kurdî ya Parîsê organîze dike
 
Roja înê, 3yê sibatê, 2012
Saet ji 10 heta 18yê
 
Salle Victor Hugo
101 rue de l’Université, 75007 Paris
 
 
Serkutiya xwînavî ya ku bi mehan e li Sûriyeyê her tişt serûbinê hev kiriye rûçikê rastîn ê milîsên eşîra Esed ê ji 1970yê de li ser desthilatê ye nîşan dide. Weke Michel Seurat (1947-1986), yek ji qurbaniyên rejima Esedî jî destnîşan dike; sîh sal piştî tevkujiya Hemayê, desthilata sûrî careke din rûçikê xwe yê reş bi şerê xwe yê li dijî civata xwe nîşanî cîhanê dide. Hilweşandina qadên bajaran, ji Derayê heta Humsê, heta bighê herêmên çol an peravan, her bi vî awayî daxwaza eşkere ya Şamê nearamkirina du welatên hesas, Iraq û Lubnanê ye.
 
Konferansa ku ji alî Enstîtuya kurdî ya Parîsê ve li ser Sûriyeyê tê organîze kirin, ji ber acîlyeta minaqeşekirina hewldanên li ser piyan mayina rejimeke li ber têkçûnê û hêzên berxwedana civateke ku heta bi hebûna wê jî di bin tehdîdê de ye pêk tê.
 
Kesên ku bi taybetî jî li bajaran serkêşiya berxwedaneke ku «nexşeya siyasî» ya welatî dê bitevayî biguhere dikin kî ne? Şansê biserketina doza siyasî ya mixalefeta sûrî ku xwe li sirgûnê rêkbixe çiqas e? Tevgerên siyasî; çi îslamist, çi lîberal an çep, di warê siyaseta serhildêr de, dikarin çi rolî bilîzin? Heta çi radeyê alîkariya mezhebî di warê serkutkirin an serhildanê de dikare bibe? Para manevraya kêmayetiya xiristiyanên welatî çi ye? Ciyê aktorên kurd ê di berxwedanê de çiqas e? Mirov dikare giraniya «Dewletên mezin» ên herêmê (Erebîstana siûdî, Îran û Tirkiye) di pêşketina krîza sûrî de çawa şirove bike?
 
Çend pirsên serekî yên ku pisporên Suriyeyê û şexsiyetên sûrî yên li hev bicivin û bi vê minasebetê bersiva wan bidin ev in.
 
Bername
 
9,30: Pêşwaziya mêvanan
10,00: Gotina bixêrhatinê û pêşkêşiya konferansê
 
Parêzer Sêvê Îzolî, Enstîtuya kurdî ya Parîsê
10,10-11,30: Civîna yekê: Hêzên rikeber û hewldanên li ser piya mana rejimê
Birêveber: Joyce Blau, profesora rûmetê ya znîngehan, Parîs
 
Beşdar:
Jordi Tejel Gorgas, profesor-lêkolîner li Institut des hautes études internationales / Enstîtuya xwendina bilind ya lêkolînên navneteweyî, Cenevre
Kamiran Haj Ebdo, endamê Konseya neteweyî ya kurdî li Sûriyeyê
Samuel Moley, rojnamevan, Qahîre
Calé Saleh, Koma krîzê ya navneteweyî, Qahîre
 
11,30-12,45: Civîna duyê: Xeterên herêmî
Birêveber: Jonathan Randal, peyamnêrê kevn ê Washington Postê, Parîs
 
Beşdar:
Ahmad Salamatian, parlamenterê kevn ê îranî
Antoine Sfeir, birêveberê des Cahiers d’Orient, Parîs
Dr. Sadedin Mela, endamê Konseya neteweyî ya kurdî li Sûriyeyê
 
13,00-14,30: Navberî ji bo fravînê
15,00-16,30: Civîna sêyê: Rîskên herêmî û navneteweyî
Birêveber: Kendal Nezan, Serekê Enstîtuya kurdî ya Paîsê
 
Beşdar:
Joseph Bahout, profesor li Institut d’études politiques /
Enstîtuya lêkolînên siyasî, Parîs
Henri Barkey, profesor li Zanîngeha Lehighê, DYA
Alain Gresh, cîgirê birêveberê Le Monde Diplomatiqueê
Dr. Fuad Hussein, birêveberê Kabîneya Serokê Kurdistanê
Nûnerê wezîrê Karên derve yê Fransayê
 
16,30-18,30: Civîna çarê: Pêşerojeke çawa ji bo Sûriyeyê?
Birêveber: Marc Kravetz, rojnamevan li France Cultureê
 
Beşdar:
Enes Abdah, serokê Partiya edalet û pêşketinê, endamê Sekreterya giştî ya Konseya neteweyî ya Sûrî
Abdulahad Astepho, serokê Rêxistina demokratîk a asûrî, endamê Buroya birêveber a Konseya neteweyî ya Sûrî
Burhan Ghalioun, serokê Konseya neteweyî ya Sûrî
Kamiran Hajo, endamê Konseya neteweyî ya kurdî li Sûriyeyê
Zuhat Kubani, berpirsê Partiya yekîtiyê ya demokratîk (PYD) li Ewrûpayê
Haytham Manna, serokê Komîteya koordînasyonê ya şoreşa sûrî.
Sema Yezbek (*)
 
18,30: Axavtina girtinê

Back to top button