Bîranîna Îdris Barzanî

Li piraniya Bajar û Bajarokên Kurdistanê bi minasebeta 25mîn salvegera Şehadeta têkoşerê nemir yê gelê kurd, Îdrîs Barzani merasim û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.
Li gora ku Kurdistan TV ragihandî; Di wan merasim û çalakiyan de ku, ji aliyê şax û saziyên partiya demokrata Kurdistanê ve hatibûn organîzekirin, rêheval û dost û hevsengerên rehmetî kak Îdrîs hertim zindî di derbarê jiyan, kar, têkoşîn û xebata nemir de çendîn peyv û gotarên curbicur pêşkêş kirin.
Di tevahiya wan gotaran de ev yek hate eşkerekirin ku, rehmetî kak Îdrîs Barzaniyê hertim saq jibilî ku, pêşmergeyeke qehreman ya rêbaza Kurdayetî bûye hevdem Serok û Serkirdeyeke jêhatî û ciwamêr û dilsoz bûye bo Gel û welatê xwe.
Her di nava wan peyv û gotaran de behsa moral û asta bilind ya xweragirî û berxwedêriya rehmetî kak Îdrîs jî hate kirin û rehmetî bi berxwedêreke mezin û qehremanek bêhempa hate wesifkirin.
Keseyat û rolê Îdrîs Barzanî di şoreşa gelê Kurdistanê de gelek mezin e û taybetî di dema xwe de ji bo yekitiya di nava Tevgera kurd û nasandina pirsa kurd di qada navnetewî de rolê Îdris Barzanî her demî gelek bilind tê nirxandin..
Di 25 salvegera şehadeta tekoşerê her tim zindî de em wî bi rêz bîrtînin.
Rojevakurd