Cîhan

Şêx Mihemed Bin Zayid pişgiriya xwe ji Esed re ragihand

Serokê rejima Suriye Beşar Esed û Serokê Îmarata Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan pêwendiyeke telefonî pêkanîn. Di vê pêwendiyeke telefonî de pêşhatên dawî yên Sûriyê û çend mijarên bi herêmê ve girêdayî gotûbêj kirin.

Serokê rejima Surî Esed di wê pêwendiyê de tekez kir ku Sûriyê berdewam e li ser parastina aramî û yekparçeyiya axa xwe li hember hemû terorîstan û piştgirên wan. Herweha Esed dibêje ku, ew dikare bi alîkariya hevalbend û dostên xwe, êrîşên wan çiqas dijwar bin jî wan têk bibe.

Şêx Mihemed Bin Zayid di wê pêwendiyê de tekez kir ku welatê wî ligel dewleta Sûriyê ye û piştgiriya wê dike di şerê li dijî terorê de û berfirehkirina serwerî, yekparçeyiya ax û aramiya wê.

Back to top button