Em ji pêşveçûna bilez a Heyet Tehrîr El-Şam û hevalbendên wê li bakurê Sûriyê çi dizanin?
Di êrîşeke ji nişka ve ku piraniya bajarê Helebê kontrol kir, Heyet Tehrîr el-Şam, ku berê bi navê “Eniya El-Nusra” dihat nasîn, û komên hevalbendên wê vê heftiyê mezintirîn operasyona leşkerî di salên dawî de li dijî rêjîmê dest pê kirin. herêmên bakur û bakurê rojavayê Sûriyê kontrol kirin. Di encama şeran de 311 kes hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, piraniya wan şervanên her du aliyên şer bûn, di nav wan de sivîl, piraniya wan di bombebarankirina firokeyên Rûsî yên ku piştgiriya hêzên rêjîmê di şer de dikirin, mirin. Paşnavên vê êrîşa ku piştî aramiya bi salan tê, çi ne?
Heyet Tehrîr el-Şam, girûpeke ku berê bi Qaîde ve girêdayî bû, bi hevbendiya bi aliyên din ên opozîsyonê re, vê heftiyê mezintirîn operasyona serbazî di çend salan de li dijî deverên di bin kontrola rejîmê de li bakur û bakurê rojavayê Sûriyê pêk anî.
Vê êrîşa ji nişka ve hişt ku ev aliyên dijberê rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed piraniya bajarê Helebê û gelek gund û bajarokên bakurê Sûriyê kontrol bikin, li gorî ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Şemiyê ragihand.
Di encama şeran de 311 kes hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî, piraniya wan şervanên her du aliyên şer bûn, di nav wan de sivîl, piraniya wan di bombebarankirina firokeyên Rûsî yên ku piştgiriya hêzên rêjîmê di şer de dikin, mirin.
Artêşa Sûriyê ketina komên çekdar bo “beşên mezin” ji bajarê Helebê, û kuştina bi dehan endamên wê di pevçûnên berfireh de li eniyeke bi dirêjahiya 100 kîlometran qebûl kiribû.
Çima êrîş di vê dema taybet de hat?
Ev komên ku operasyonên xwe di nava odeyeke operasyonên hevpar de hevrêz dikin, roja ku agirbesta li Lubnanê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ket meriyetê, piştî pevçûna di navbera her du aliyan de ku 13 mehan berdewam kir li hember şerê Gazzeyê, dest bi êrîşê kirin.
Di vê çarçovê de lêkolînerê Koma Qeyrana Navdewletî Darîn Xelîfe dibêje ku bi mehan e van aliyan amadekariya êrîşê dikin.
Wê diyar kir ku, “Wan ew weke pêngaveke berevaniyê nîşan dan li hember tundbûna ku rêjîmê dixwest pêk bîne”, ligel hikûmeta Sûriyê û hevalbenda wê Rûsya êrîşên xwe li ser herêmêji berî êrîşê zêde kirin.
Xelîfe dibêje ku, Heyet Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê “herwiha li guhertinên mezintir li ser astên herêmî û jeostratejîk dinêrin.”
Di heyama şerê li Xezayê de, Îsraîl êrîşên xwe li Sûriyê li ser grûpên alîgirên Îranê yên piştevaniya rejîma Serok Beşar Esed dikin, di nav wan de Hizbullah, ku di salên borî de rasterast piştgiriya hêzên hikûmeta Sûriyê di şerê navxweyî de dikir, zêde kir.
Rûsiya jî wek hevalbendek binavûdeng ê Esed tê hesibandin, û destwerdana wê ya serbazî ya rasterast, ku ji sala 2015an dest pê kir, bû sedema têkdana hevsengiya hêzê li ser erdê di berjewendiya Şamê de.
Darîne Xelîfe di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ew di wê baweriyê de ne ku ev demeke Îranî lawaz in, rejîm di bin dorpêçê de ye û Tirkiye (ku piştgiriya hin komên çekdar li bakurê Sûriyê dike) li hember Rûsyayê wêrektir e.”
Helwestên hêzên çalak çi ne?
Hêzên piştevaniya her du partiyan jî heta niha xwe ji ti şiroveyên zêdekirinê dûr negirtine. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov rewşa Helebê wekî “binpêkirina serweriya Sûriyeyê” nirxand. Wî piştgiriya welatê xwe “ji bo hikûmeta Sûriyê di vegerandina aramiyê li navçeyê û vegerandina nîzama destûrî” nîşan da.
Tirkiyê banga “rawestandina êrîşan” li ser bajarê Idlibê û derdora wê kir, ku navenda opozîsyona çekdar li bakurê rojavayê welêt e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve li ser platforma Xê got ku pevçûnên vê dawiyê “li herêma sînor bû sedema zêdebûna rageşiya nexwestî.”
Roja Înê, Tehranê piştgiriya xwe ya bi tundî ji hevalbenda xwe, Sûriyê re nû kir, di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Îranê got ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araxçî ” tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Îranê ji hikûmeta Sûriyê, gelê wê û artêşa wê re di têkoşîna li dijî terorê de kir. pêwendiyeke telefonî bi hevtayê xwe yê sûrî, Bassam el-Sabagh re kir.
Xelîfe ji Agence France-Presse re got, “Di çend rojên pêş de ger (fraksîyon) karibin destkeftiyên xwe biparêzin, ev yek dê bibe ceribandinek ji bo ku Tirkiye destwerdanê bike yan na.
Ev êrîşa ji nişka ve û mezin di demekê de ye ku hewlên nêzîkbûna Sûriyê û Tirkiyê di du salên borî de têk çûne.
Rûsya û Îran ji bo kêmkirina aloziya di navbera Sûriye û Tirkiyê de hewl didin, lê Şam tekez dike ku divê Enqere hêzên xwe ji axa xwe vekişîne berî her asayîkirina peywendiyan.
Caroline Rose ji Enstîtuya Xetên Nû li Waşinton dibêje ku berteka lawaz ya hevalbendên Sûrî dibe ku rêyek be ku “rêjîmê neçar bike ku ji helwêsteke lawaz danûstandinan bike, di nebûna ti nîşanek ji piştgirîya Îran û Rûsyayê”.
Gelo hebûna Rûsyayê li Sûriyê kêm bûye?
Di vê heftiyê de, hikûmeta Sûriyê ziyana herî mezin a zeviyan di salên dawî de dît. Xelîfe dihesibîne ku “Xetên rejîmê bi rêjeyeke ecêb hilweşiyan ku her kes şaş kir.”
Koman rêya Şam-Heleb ya Navdewletî birîn, û xaçerêyeke girîng di navbera her du rêyên ku Heleb bi herdu Şamê û Laziqiyê ve girêdide xistin bin kontrola xwe.
Li gorî rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman, komên li Helebê bêyî “berxwedaneke girîng ji aliyê hêzên rejîmê ve” pêşve çûn.
Wî got jî, “Ecêb e ku hêzên rejîmê êrîşên wisa xurt werdigirin, tevî ku dorpêça asmanî ya Rûsî û nîşanên destpêkê ku Heyet Tehrîr el-Şam dê dest bi vê operasyonê bike.”
Şam bi giranî xwe dispêre hêza asmanî ya Rûsî û Hizbullah li meydanê da ku deverên mezin ên ku di dema şer de ji destê komên opozîsyonê ji dest dabûn vegerîne.
Lê êrîşa niha di demekê de ye ku Rûsya mijûlî şerê xwe yê li Ukraynayê ye, û Hizbullah jî bi derbeyên ku di rûbirûbûna dirêj û dijwar ligel Îsraîlê de xwar, mijûl e.
Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Derve ya Amerîkî, Aaron Stein, diyar dike ku “Hebûna Rûsyayê (li Sûriyê) gelekî kêm bûye, û sûd ji êrîşên asmanî yên bilez kêm bûye.”
Ew di wê baweriyê de ye ku pêşveçûna bilez a komên çekdar “qelsiya rêjîmê û dibe ku baweriya wê ya zêde di çend salên borî de bi kêmbûna tundiya şeran bîne bîra xwe”.
Çavkanî: Fransa 24/AFP
werger ji bo Kurdî:Rojevakurd