Civak

Nêçîrvan Barzanî: Dr. Zelmî ne tenê zaniyar û bîrmendek bû, ew sembola reform û nûvekirinê di ramana îslamî û qanûnê da bû

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, vê sibehê, roja yekşemê 01.12.2024 li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima 100 saliya jidaykbûna zanayê mezin yê kurd û cîhana îslamî, prefesor diktor Mistefa Zelmî da kir ku, li Hola şehîd Seid Ebdula li Hewlêrê ji aliyê Korbenda Hizrî ya Îslamî û Rêkxistina Rewşenbîrî ya Mistefa Zelmî ve hatibû lidarxasin, kir,
Di merasimê da ku, hijmarele berpirsên hizbî û hikûmetê, akademîsyen û mamosteyên olî ji navxwe û ji derveyî Herêma Kurdistanê, nûnerên El-Azhar Sharif û kesûkarên Profesor Mistafa Zelmî amade bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir.

Navroka peyva Serok Nêçîrvan Barzanî:

Amadebûyên birêz
Beyanî baş

Hûn hemû bi xêr hatin. Ez dixwazim bi taybetî bixêrhatina mêvanên ji Al-Azhar Şerîf hatine û îro bi me ra di vê merasimê da beşdar in bikim, hûn gelek bi xêr hatin serçavan. Em kêfxweş in ku di vê dîdar û merasimê da ji bo bîranîna 100emîn salvegera jidaykbûna mirovekê taybet, zanayê mezin yê kurd û cîhana îslamî, Profesor Dr. Mistafa Zelmî beşdar in, her kes bi me re beşdar e bi xêr bên.

Rehmetî Zelmî ne tenê zanyar û bîrmendek bû, ew sembola reform û nûvekirinê di ramana îslamî û qanûnê da bû. Ev mirove yê ku, ji bo avakirina civakek dadperwer û mirovanetir jiya, wî karî nirxên olî yên sabit û hewcedariyên serdema nû bi hev ra kom bike û bi vê yekê jî wî karîbû karekeê mezin encam bide.

Dr. Mistefa xwedan nêrîneke çaksazî ya berfireh bû li ser bingeha baweriyeke kûr ku, Îslam ne rêgir e li ber pêşketinê, belkî ji bo geşkirin û nûbûnê hêzeke palder e. Ew di wê baweriyê da bû ku, zagon ne sabit in, lê amûrên ji bo xizmetkitina mirovan û ji ber vê yekê divê geşe bikin da ku digel pêdawîstî û guhertinên gelan da biguncin.

Dr. Zelmî xwendinek nû û roşengir ji bo tekst û metnê şerîetê pêşkeş kir. Wî bal kişand ser wê yekê ku divê îctîhad nesekine û têgihîştina serve a metnan dikare rê li ber pêşketina civakan bigire. Wî bawer dikir ku Îslam ji ber ku dînê dilovanî û edaletê ye, bi tu awayî zilm û cudakariyê qebûl nake.

Amadebûyên hêja

Min berê berhemên wî û hem jî li ser mamoste Zelmî xwendibû, min zanibû tiştê ku em dixwazin bikin bêy hevkarî û piştgiriya wî ne hêsane were kirin. Ji ber vê yekê, wekî Mohamed Sharif got, di civîna min a yekem a bi wî ra di 12-ê tîrmeha 2007an da, min daxwaz jê kir ku ew li Kurdistanê bimîne.

Hebûna wî ji bo guhertinên mezin di qanûna Barê Kesî da pir pêwîst bû. Bi awayekî bi bandor beşdarî di guhertina têgihiştinên şaş derbarê gelek pirsgirêkan weke: sinetkirina jinan, telaq, kuştina jinan û pirjinî ku ev yek jî bi rêya gotûbêjên fikrî û fiqehî yên berhemdar hat kirin.

Di heman salê da, bi serperiîtiya min û bi serokatiya Dr. Zelmî û endametiya 10 pisporên têkildar bi vê pirsê dest bi amadekirina pirojeyasaya seraskirina Yasaya Barê Kesî hat kirin. 8 mehan kar li ser hat kirin û bi hemû aliyên peywendîda ra têkelî hat danan.
Di dawiyê da jî bi awayekî pêşketî ku li gorî metna Qurana pîroz bigunnce hat amadekirin. Piştra ji aliyê Encûmena Wezîran û Parlamentoya Kurdistanê ve hat pesendkirin. Guhertinên mezin bûn, helbet bêyî têgihîştina kûr a Zelmî ya Qurana pîroz û fiqhê, ev yek ne pêkan bû. Her wiha di razîkirina zanayên olî da bi girîngiya vê guherînê û piştgirîkirina wan roleke sereke lîst.

Mamosta Zelmî tevgereke rewşenbîrî ya mezin li ser bingeha têgihîştina mirovî bo Îslamê afirand, dûrî kevneşopiyên kevin yên ku tu têkiliya wan bi olê ra tune bû. Ji ber vê yekê civaka Kurdistanê hertim deyndarê keda zanistî û rewşenbîrî yên mamoste ye.

Wî hertim bêwestan bi mele, akademîsyen, qanûndaner û siyasetmedaran ra xebitî da ku hevsengiyek di navbera nirxên îslamî û hewcedariyên hevdem da çêbike. Karê wî dijwar bû, lê wî qanûnek derxist ku balansek baldar di navbera parastina nirxên çandî û olî û dabînkirina dadmendî û wekheviyê ji bo her hemûyan pêkanî.
Ev qanûn ne tenê metneke qanûnî bû, belkî rengvedana felsefeya Dr. Zelmî bû ku, sitem red dikir û mirovsalarî û rûmeta mirovî bihêz dikir.

Birêzan

Bi baweriya Dr. Zelmî desthilatdarkirina jinan ne tenê mijara mafan e, di heman demê de ji bo avakirina civakek bihêz û bi îstîkrar jî faktoreke bingehîn e. Ew yek ji yekemên parêzvanên pirsa jinan û mafên jinan li Herêma Kurdistanê bû

Bi awayekî ber bi çav beşdarî di derxistina qanûna cezakirina hemû cureyên şîdeta li ser jinê da kir, kedek girîng da. Yasaya Berhingarbêna Tundûtûjiya Xêzanî di sala 2011an derxist ku, encameke rasterast ji hewlên fikrî û qanûnî yên Dr. Zelmî bû.

Her tim tekez dikir ku şîdeta li ser jinê ne tenê pirsgirêkek takekesî ye, di heman demê da li ser tevahîya civakê jî metirsî ye. Ew di wê baweriyê da bû ku pêkanîna edaletê ji bo jinan gaveke bingehîn ji bo bidestxistina civakek hevseng û dadperwer e.

Dr. Mistefa dizanî ku çaksazîya di warê yasayan da tenê bi diyaloga kûr û hevkarîya di navbera alîyên cuda de pêkan e. Wî bawer dikir ku şerîeta îslamî û yasayên nûjen ne hevdijin, lê dikarin bi hev ra ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê kar bikin û di vê derbarî da wî kedek mezin da û erkek mezin bi cî anî.

Felsefeya wî li ser wê baweriyê bû ku ol çavkaniya îlhama exlaqî û dadmendiyê ye, lê qanûn divê bibe navgînek pratîkî ji bo parastina mafên mirovan û birêkûpêkkirina têkiliyên di navbera ferdên civakê de.

Amadebûyên hêja

Mîrasa Dr. Mistefa Zelmî ne tenê pirtûk û yasa ye, di heman demê da ji bo nifşên paşerojê jî peyama hêviyê ye. Wî hînî me kir ku îctîhad û xebata berdewam tekane rêya gihîştina pêşkeftinê ye. Wî îspat kir ku asteng ne rêgir in, lê ji bo afrandin û nûbûnê motîvasyon in.

Dr. Zelmî di jiyana xwe da rûbirûyê gelek astengan bû, lê ew mînaka azayetî û îsrarî bû. Ji lêkolînên wî bigire heta reformên wî yên di warê qanûnê da, ew her dem ji bo xizmeta zanist û civakê pabend bû. Ji ber vê yekê jiyana wî çavkaniya îlhamê ye ji bo hemû kesên ku ji bo avakirina paşerojeke baştir ji gelê xwe ra hewl didin.

Wekî ku ew di yek ji nivîsînên xwe da dibêje: “Zanistiya rastîn ew e ku ji mirovan ra xizmetê dike û wan bilind dike. Her zanistek ku vê yekê bi dest nexe, zanistek ne temam e.”

Em li Herêma Kurdistanê bi berdewamî li ser rêya Dr. Zelmî Ji bo bihêzkirina dadperweriya civakî, parastina mafên mirovan û dabînkirina wê yekê ku Kurdistan bibe penageha tolerans û pêkvejiyanê emê berdewam bin.

Ji bo ku mîrasa wî ya fikrî û yasayî di civaka me da zindî bimîne, em dê bi cidî xebata xwe bidomînin. Ew dê di avakirina civakek sivîl da ku rêzê li cihêrengiyê bigire û nirxên mirovatiyê xurt bike rê nîşanî me bide.

Birêzan

Mîrasa Dr. Zelmî ji tixûbên Kurdistan û Iraqê derbas kirine. Nêrînên wî yên fikrî û reformên wî ne tenê navxweyî bûn, belkî ji bo cîhana Îslamê û civaka navneteweyî jî bûye çavkaniya îlhamê. Her ji ber vê yekê jî di sala 2013an da ji aliyê Şêx El-Ezher Şerîf ve hat xelatkirin.

Ew ne tenê mirovekî zanist bû, lê wî peyamek mirovî ya mezin hilgirt bû: peyama dadperwerî û toleransê ku îro ji her demê bêtir pêdiviya me bi wê heye. Wî îsbat kir ku zanîn û xebata domdar dikare bibe hêza guhertina rastîn ber bi çêtirbûnê ve. Em îro li vir ne tenê ji bo bîranîna wî û mîras û destkeftiyên wî civiyan e, lê em civyane ku, ji bo berevpêşvebirina peyamî wî, soza xwe nû bikin.

Ez destxweşiyê li organîzatorên vê civînê dikim. Gelek spas ji bo keda wan û dilsoziya wan. Spas ji bo hemû kesên ku beşdarî li zîndîkirina bîranîna vî zanayê hêja bûn.

Hemû alî bi xêr bên
Bîranîna rehmetî profesor Dr. Mistefa Zelmî dê her bi zîndî bimîne
Gelek spasiya we dikim
Rojeke xweş ji we ra dixwazim.

م..

Back to top button