Cîhan

Blinken û Fidan li rûdanên Surîye axivîn

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re got, ew li dijî geşedanên ku dê bêîstiqrarî zêde bike ne û ew ti carî rê nadin çalakiyên terorîstî li dijî sivîlên Sûriyê.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve hatin wergirtin, Fîdan bi Blinken re bi telefonê axivî.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin, Wezîr Fîdan got ku Tirkiye li dijî her pêşketineke ku bêîstiqrariyê li herêmê zêde bike ye û di vê çarçoveyê de ew alîgirê kêmkirina rageşiya li Sûriyeyê ne.

Fîdan da zanîn ku ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê divê proseya siyasî ya di navbera rejîm û opozîsyonê de were encamdan û got, ew ti carî rê nadin kiryarên terorîstî li dijî Tirkiyê û sivîlên Sûriyê.

Back to top button