Civak

Şêx Cehfer di derbarê xiyanetê de duh çi digot îro çi dibêje..?

Fermandarê hêza 70ê yê Pêşmergeyên Kurdistanê ( ku li ser YNKê ve ye ) Şêx Cehfer di dema xiyaneta 16ê Oktoberê de, ragehandibû ku grubek di nava YNKê de,xiyaneta 16ê cotmehê pêkanine. Çex Cehfer niha jî di  derbarê heman bûyerê de dibêje ku, hin kesên kurd tevlî xiyaneta 16ê cotmehê bûn.Eger lêkolînek bihata kirin dê ew kes eşkere bibûna.Di hevpeyvîneke li gel beşa kurdî ya Dengê Amerîka de endamê polîtburoya YNKê û fermandarê hêzên Pêşmergeyên YNKê, Şêx Cehfer ragehand, eger lêkolîn hatiba kirin derbarê 16ê cotmehê de, ‘’Dibe ku hin kesên ku kurd in, têkelbûn û li gel Iraqiyan dest dabûne hev û alîkarî û hemahengiya wan li gel Iraqiyan heyî aşkera biban.’’Herwaha got, herçend wan dixwest lêkolîn bê kirin jî, ‘’Lê ti lêkolîn nehate kirin’’ û got: ‘’Ew kesên ku têkel bûne, bê guman eger lêkolîn û lêpirsîn hatiba kirin dê derketiba ku kurd in. Ji ber mesele her kurd e, raste ereb û tirkmen jî alîkarbûn, ku piraniya wan li pişt çeperên Pêşmerge lê Heşdî Şeibî bûn.’’Şêx Cehfer di hevpeyvîneke li gel Dengê Amerîkayê ya roja 27.12.2017ê de ragehandibû ku; Grubek nav YNKê de heye ku hemaheng û rêkeftin li gel hikûmeta Iraqê û Heşdî Şeibî re Kerkûk radest kirin. Herwaha dixwestin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî radest bikin.’’ Lê gotinên ku naha dike li gel wan gotinên wî yên berê bi nakok in.Guruba xiyanetê di nava YNKê deHerwaha Şêx Cehfer sala borî şewitandina binkeyên partî û fermangehên hikûmetê yên meha 12ê ya sala 2017ê jî wek provakasyona heman gruba YNKê pênase kiribû û ragehandibû ku: ‘’Dixwazin rewşa Kurdistanê têkbidin, bi taybet hemahengiya wan hebû li gel Iraqê, ku Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê bînin Silêmaniyê û hemû Kurdistanê.’’Hewaha got: ‘’Heta ew gruba xayîn a YNKê hebe, metirsiya cidî li ser Kurdistanê heye. Ji ber berdewam hemahengiya wan li gel Iraqê heye û dixwazin artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî bînin hemû Kurdistanê û radestî wan bikin, ku Kurdistan û ev destkevtane nemînin.

Back to top button