Şêx Abdulselam kî ye?

Barzaniyên ku kurd kirine xwedê rêbazekê, ders bigirin û li ser asasê wê tekoşîna azadiya gelê xwe bidin…

Bûbê Eser
Şêx Abdulselam Barzanî yekem şêx e ku di wê dem û dewranê de daxwaza serxwebûna kurd kirîye. Yek ji wan zana, jêhatî û têhiştiyên demê bû ku weke filozekî kurd bû. Wî rewşa kurdan û cîhanê baş zanîbû û li gor wê hîmê rêbazeke ango felsefeyekê ji bona kurdan danî bû.
Ji ber ku ew di wê zanebûnê de bû ku tu milet bê rêbaz ango felsefe, dê nikaribin azadî û serxwebûna xwe bi dest bixin. Felsefe weke zîncîreke neteweyî ku miletê xwe bi wê girê dide da ku ew fikir û ramana neteweyî di dil û ruhê mirovên miletê wî de geş û xurt be.
Şêx Abdulselam baş dizanibû ku kurdên nebin neteweyî dê nikaribin ji bona neteweye xwe kar û xebatên bê berjewendiyên sexsî bikin.
Şêx Abdulselam Barzanî ji bona kurdan asasê rêbazê danî û ew li ser destê şêx Ahmed fireh bû, Barzaniyê nemir ew di jiyanê de pêk anî, nemir Îdrîs Barzanî bi parastina xwe ya leşkerî û dîplomasiya li gor wê demê, xwedîtî li kurdistanê kir ku bi temamî têk nere. Rêzdar Mesûd Barzanî jî li gor wê rêbazê başûrê kurdistanê bi fikir û ramanên wê rêbazê Kurdistan azad kir. Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bi dîplomasiya xwe ya niha û hevdem û brêz Mesrûr Barzanî bi parastina Kurdistanê rêbazê nûjen dikin û belav dikin ku kurd wê fêr bibin.
Ji ber daxwaz û tekoşîna Abdulselam Barzanî daxwazeke neteweyî bû, dewleta Alî Osman (Osmanî) ew 109 berê li Musûli darve kir. Wan bawer dikirin ku bi darvekirina wî dê hizra neteweyî jî nehêlin. Lê nizanîbûn û fêr nebûn ku bizrê tovên wî ku wî avêtibû erda kurdistanî wê rojekê serî hilda û welatê xwe bi azadiyê bixemilîne.
Lê tovên wî ji bona me kurdan çandibû, îro ber didin û nebiyên wî ango kurd fêkiyên wan tovên neteweyî ku çandibû dixwin.
Heger perçên kurdistanê yên ne azadkirî jî, vê rêbaza pîroz bixwînin, ji nerîn û ditînin Barzaniyên ku kurd kirine xwedê rêbazekê, ders bigirin û li ser asasê wê tekoşîna azadiya gelê xwe bidin, aha wê demê Kurdistana mezin û yekgirtî jî tê ava kirin.
Heger îro em weke kurd hebûna xwe, hêz û qaweta di qada navneteweyî de dibînin bi saya azadiya perçê azad ango başûrê kurdistanê ya ku li gor bawerî û hêza vê rêbaza ku şêx Abdulsalan asasê wê danî bû, ye.
Divê em kurd tekoşîna Barzaniyan û dîroka wan û ya gelê xwe baş fêr bibin da ku em bikaribin bi seriyekê zelal û bi helwesteke neteweyî tekoşîna perçên din jî li gor bawerî û hêza vê rêbazê bidin da ku bikaribin xwe azad bikin.
Ez weke rewşenbîrekî gelê xwe, serê xwe li ber tekoşîna şêx Abdulselam û hemî Barzaniyan ditewînim.
Bila ruhê wî û hemî Barzaniyan her şad be ku wan di şevreşa welatê me de findik pêxistin û ew roj bi roj bêtir û geştir welatê me ronî dike. Heta ku ez tu û em neşewitin em ê nikaribin şevreşa welatê xwe ronî bikin.
Ji bona rakirina şevreşa kurdan û welatê wan ev sed salin ku Barzanî xwe dişewitînin da ku welatê xwe bighêjînin ronahî yê.