Civak

Şerê me li Neynawa û Kerkûkê şerê Kurdbûnê ye

Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya PDKyê Hişyar Zêbarî di nav bangeşeya hilbijartinên PDKyê li sinorê Mexmûrê de ragehand, “Şerê me li Neynawa û Kerkûkê şerê Kurdbûnê ye”.

Navbirî got, “Nehez dixwazin van deveran ji Kurdistanê veqetînin ku me di destûrî de şer jê re kiriye”.

Herwesa got, “Roja 18ê vê mehê gelek giring e ku welatî biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin PDKyê, ji bo ku PDK bikare bi rêya civatên parêzgehan zêdetirîn xizmet ji bo xelkê parêzgehên Îraqê bike”.

Biryare 18ê vê mehê, hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê (ji bilî parêzgehên Herêma Kurdistanê) bên kirin, ku zêdetirî 16 milyon kesan mafê dengdanê heye.

Komisyona Hilbijartinan a Îraqê ji bo vekirina heft hezar û 765 bingehên dengdanê amadekarî kirine ku 48 hezar 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan.

Back to top button